Ji bo dosyaya Rûşen Firat biryara neşopandinê hat dayîn

Ji bo dosyaya Rûşen Firat a wêneyek di sala 2014'an de li ser medyaya dîjîtal parve kir hincet hat nîşandan, hat binçavkirin û cezayê mehek her roj parvekirina ala Tirk hat dayîn, biryara neşopandinê hat dayîn.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Erzirom- Ji neviyên Şêx Saîd, Rûşen Firat bi hincetek nîşandana parvekirina xwe ya li ser medyaya dijîtal bi îdaya "propagandaya rêxistinê” hat binçavkirin. Ji Rûşen Firat ku piştî hat binçavkirin ji aliyê dozgeriyê ve sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Xinûsê hat kirin re cezayê her roj ala Tirk li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal parve bike hat dayîn. Cezayê ku hat dayîn ji aliyê raya giştî ve rastî bertekên mezin hat, Serdozgeriya Komarê ya Erziromê ji bo lêpirsîna ku der barê Rûşen hat vekirin de biryara neşopandina da.

Dadgehê wêneyê 10 sal berê weke hincet nîşan da!

Bûyer, di Kanûna 2023’an de hat jiyîn. Rûşen Firat a li navçeya Xinûsa Erziromê dijî, piştî ku li ber deriyê mala xwe hat binçavkirin, wê birin qereqola polîsan. Rûşen Fırat, di konferansa Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya di Tîrmeha 2014’an de, bi hinceta parvekirina xwe ya bi nivîsa “Em bi xweseriya demokratîk jiyana azad ava dikin” û wêneyê Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan hat binçavkirin. Rûşen Firat, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ve bi daxwaza girtinê sewqî Edliyeya Ceza ya Sulhê ya Xinûsê hat kirin. Dadger biryar da ku Rûşen Firat mehek her roj li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal ala Tirk parve bike. Rûşen Firat, piştî vê biryarê bi şertê kontrola edlî hat berdan.

Biryar bi serlêdana baroyê hat betalkirin!

Biryara ku hat dayîn hem di raya giştî de hem jî di platformên medyaya dîjîtal de bû sedema bertekên mezin, Baroya Amedê diyar kir ku biryara hatiye dayîn bêhiqûqî ye, mudaxeleyê dosyayê kir Serlêdana baroyê ya têkildarî betalkirina biryarê hat qebûlkirin û hukmên kontrola edlî hatin sepandin.

Serdozgeriya Komarê ya Erziromê, bi hinceta hêmanên hiqûqî yên sûc nehatine tesbîtkirin, biryar da ku di dosyayê hewceyî bi şopandinê tune ye. Biryara ku di 18’ê Çileyê de hatibû girtin ji parêzerên dosyayê re nû hat gotin.

Serdozgeriyê ji bilî biryara hat girtin, der barê piştî bidestxistina delîlên têr ji bo dosyaya giştî lêpirsîn dikare ji nû ve bê nirxandin de biryara îxtarê da.