Li Zîvala Xezayê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 27 hezar û 708

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê, ragihand ku hejmara Filistîniyên ku ji 7’ê Cotmehê vir ve li ser Zîvala Xezayê di êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dan bû 27 hezar û 708.

Navenda Nûçeyan- Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya di roja 124’emîn a şerê li Xezayê de bîlançoyek nû parvekir, diyar kir ku ji 7’ê Cotmehê vir ve piraniya wan jin û zarok 27 hezar û 708 kes ku jiyana xwe ji dest dane.

Wezaretê, diyar kir di nava 24 saetên dawî de 123 kes jiyana xwe ji dest dane û da zanîn ji destpêka şer vir ve 67 hezar û 147 kes jî birîndar bûne.

Muzakereyên agirbestê

Li aliyê din muzakereyên agirbestê berdewam dike. Li gora Nûçeya Reuters'ê; piştî li hevkirina qonaxên agirbeta 135 rojî di navbera Hamas, Misir û Qetarê de, li dijî daxwaza agirbestek mayînde pêşbînî dikin, daxwazek din pêşkêş kir.

Li gorî vîzyona Hemasê, wê sê qonaxên ku her yek 45 rojan berdewam dike çêbibe û rehîneyên Îsraîlî yên mane û cenzayên rehîneyên mirinê, wê di berdela girtiyên Filistînî de îadeyê Îsraîlê bê kirin.

Ji nû ve avakirina Xezayê jî di vê pêvajoyê de dest pê bike û dema herikîna alîkariyê berdewam bike wê Îsraîl ji herêmê vekişe.

Ne diyare ku Îsraîl lihevkirinek wiha qebûl dike an ne, lê Serokwezîr Benjamin Netanyahu ku dema şer xilas bibe pêşaroja wî ya siyasî ne diyare jî di nav de, siyasetmedarên Îsraîlê, bi dehan caran anîn ziman ku heta negihêjin armanca xwe ya Hamasê ji Zîvala Xezayê derbixin, agirbest pêkneye.