KJK’ê derbarê erdheja 6’ê Sibatê de daxuyanî da

KJK’ê bi boneya 1’emîn salvegera erdheja 6’ê Sibatê ku navenda wê Mereş bû daxuyanî da û ji mexdûren erdhejê, hemû gelan re sersaxî xwest û got: “Em bang li gelên Kurd, Tirk û Ereb dikin ku hilweşîna ji ber erdhejê veguherînin ji nû ve avakirinê.”

Navenda Nûçeyan- Koordînasyona KJK’ê der barê 1’emîn salvegera erdheja 6’ê Sibatê ku navenda wê Mereş bû daxuyaniyek nivîskî da. KJK’ê bal kişand ku Dewleta Tirk bi erdheja 6’ê Sibatê re di bin kavilan de maye, bi hemû saziyên xwe rûyê xwe yê faşîst nîşan daye. Dijminahiya AKP-MHP’ê ya li dijî Kurdên Elewî bi erdhejê re gihîştiye lûtkeyê.

Daxuyaniya KJK’ê wiha ye:

“Di salvegera yekemîn a erdheja 6’ê Sibata 2023’yan de ku navenda wê Mereş bû, em hemû mirovên xwe yên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî bi bîr tînin, ji xizmên wan û hemû gelan re sersaxiyê dixwazin. Mereş, Semsûr, Meletî, Dîlok, Amed, Hatay, bajarên Rojavayê Kurdistan û Sûriyeyê malûvanî ji şaristaniyên bi hezaran salan re kirine; bûne erdnîgariyeke ku Kurd, Ereb, Tirk, Ermenî, Misilman, Elewî, Xirîstiyan û her kes di nava xwe de hewandine. Di her demê de di avakirina şaristaniya demokratîk de bûne pêşeng. Ji ber vê pêşengiyê jî rû bi rûyê êrîşên hemû dewletên desthilatdar mane. Dewleta Tirk a faşîst hem bi polîtîkayên rant û talanê pêşî li gelek karesatan vekiriye, hem erdhej weke firsend dît û temaşeyî mirina bi hezaran kir. Bi vê yekê re jî polîtîkayên talanê ji nû ve xist meriyetê.

‘Zarok ji malbatan tên qutkirin’

Hejmarên ku bi daxuyaniyên fermî yên der barê qurbaniyên erdhejê de hatine dayîn, ji rastiyê pir dûr in. Tevî ku bi hezaran malbatan ji bo zarokên ji bin kavilan rizgar bûne lê winda bûne îlana windahiyê dan, dewleta faşîst vê yekê red dike. Ji ber ku ji zarokên di landikê de heta zarokên Kurd ên Elewî yên 5 salî, bi hezaran zarok ji terîqetan re hatin pêşkêşkirin. Weke sîstemeke kevneşopiya Osmaniyan; zarokên li xakên hatine fetihkirin ji malbatên wan tên qutkirin, piştre tên perwerdekirin û ji bo xizmeta dewletê bi kar tînin. Ev yek li ser zarokên gelên qedîm ên ji herêma erdhejê hatine rizgarkirin, hat pêkanîn.

‘Malên mirinê: TOKÎ’

Erdheja ku çêbûye nîşan da ku sedema evqas mirina kesan di erdhejê de, ne bûyera xwezayî ye. Sedema wê polîtîkayên hikûmeta AKP-MHP’ê yên rant û talanê ne. Bi îhaleyên ku ji alîgirên xwe re pêşkêş kirine, endezyariya proje û avahiyên ku mirovên me qetil dikin kirine. Bi hezaran mirovên me piştî erdhejê, bi rojan di bin kavilan de li benda rizgarkirinê jiyana xwe ji dest dan. Di nava atmosfereke bi vî rengî de jî desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst ji alîgirên xwe re alîkarî belav kir, piranî ji gelê me jî terkî mirinê kir. Konên Heyva Sor firot gelê me ku bi salan baca erdhejê dida. Hetta xwînê jî firot û deriyê ranta nû vekir. Dewleta Tirk bi erdheja 6’ê Sibatê re di bin kavilan de ma, bi hemû saziyên xwe rûyê xwe yê faşîst nîşan da. Dijminahiya AKP-MHP’ê ya li dijî Kurdên Elewî bi erdhejê re gihîştiye lûtkeyê.

Piştî erdhejê jî polîtîkaya rantê berdewam kiriye. Bi zorê xaka gelê me yê Ereb ku gelê qedîm ê Hatayê ye, jê hat standin. Avahiyên TOKÎ’yan ên bi serê mirovên me de hilweşiyan, ji bo bikin malzemeya hilbijartinên herêmî careke din hatin avakirin. Dayikek ku di erdhejê de xizmên xwe winda kiribû, ji bo avahiyên hilweşiyan wiha gotibû, ‘me bi destên xwe darbesta xwe çêkiriye.’ Divê gelê me guh bide dengê vê dayikê û careke din nekeve malên TOKÎ’yê ku weke propagandaya hilbijartinê tên çêkirin.

‘Erdhejê bandorên girantir li jin û zarokan kir’

Her çend hemû beşên civakê ji erdhejê bi bandor bûn jî erdhejê bandorên girantir li jin û zarokan kir. Jin li gel trajediyên di kêliya erdhejê de jî piştî erdhejê jî bi pirsgirêkên tenduristî, paqijî, hêwirîn û xwarinê re rû bi rû man û gelek jinên ducanî di nava şert û mercên zivistanê yên nebaş de li kolanan di nava xirabeyan de zarokên xwe anîn dinyayê. Travmaya ku di nava civakê de çêbûye di konan de jî be weke tundiya li hemberî jinan xwe nîşan daye û malbatên ku ji aliyê aboriyê ve rewşa wan nebaş e, berê xwe dane kevneşopiyên paşverû yên weke zewicandina zarokên keç. Ev hemû me mafdar dikin ku em li dijî desthilatdarî û kevneşopiyên faşîst ên serdest ên mêr li ber xwe bidin.

Tevî van hemûyan jî li herêma erdhejê konên hevkariyê yên jinan û kamyonên alîkariyê, bi kampanyaya li her malekê teşteke nanî û nanê ku ji Silopiyayê şandin Semsûrê, kolektîfên jinên xwendekar ên dilxwaz ku dibistanên xwe terikandine û hewl dan, alîkariya jinan bikin û bibin sedema bişirîna li ser rûyê zarokan, bûn dîmenên herî watedar. Bi hevkariyê jin li hemberî dewleta serdest a mêr a faşîst li ber xwe didin. Hevkariya civakî dubare li pêşiya hemû cîhanê îsbat kir ku dijî derketina dewletê tê wateya jiyana rastîn.

‘Erdheja 6'ê Sibatê ji bo me şîn e’

Erdheja 6'ê Sibatê birînên mezin di dilê gelê me de vekir û bû sedema hêrseke mezin. Erdheja 6'ê Sibatê ji bo me şîn e, ji netewebûna demokratîk a dêrîn re rojeke şînê ye. Êşa me mezin e lê belê hewce ye em êşa xwe bi rêxistinbûn û hevkariyê watedar bikin. Em weke KJK’ê bang li hemû sazî û rêxistinên sivîl, komele û sendîkayan, partiyên siyasî, jin, ciwan, şoreşger, mirovên demokrat û sosyalîst û hemû gelên Kurd, Tirk û Ereb dikin ku felaketa erdheja 6’ê Sibatê veguherînin avakirinê.

Em bang li hemû jinan dikin ku bêyî kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane werin jibîrkirin, bêyî alîkariya dewletê em hêrsa xwe bikin sedema avakirina jiyana rêxistinkirî, demokratîk û azad. Em bang dikin ku bi sîstema me ya demokrasî, ekolojî û azadiya jinan, li dijî polîtîkayên kujer ên dewletê jiyan bê avakirin.”