‘Meşa Mezin a Azadiyê’ heft roj in berdewam dike

Meşa Mezin a Azadiyê ku ji du baskên Wan û Qersê hat destpêkirin, li Çewlik û Cizîrê di roja xwe ya 7’an de berdewam dike. Meşvanên Azadiyê diyar kirin ku tu hêz wê nekaribe meşa wan bide sekinandin.

Navenda Nûçeyan- Meşa Mezin a Azadiyê ku di 1'ê Sibatê de ji aliyê du baskên Wan û Qersê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hatibû destpêkirin, di roja 7'an de bi biryardariyek mezin berdewam dike. Meşvanên azadiyê ji aliyê gel ve bi coş hatin pêşwazîkirin û diyar kirin ku tu hêz wê nekaribe meşa wan bide sekinandin.

Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk ên di baskê Wanê de cih digrin, ji navçeya Silopiya Şirnexê ber bi navçeya Cizîrê ve hatin oxirkirin. Welatiyan, meşvan bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û "Bijî berxwedana Îmraliyê" oxir kirin.

Meşvanên Azadiyê li devera Pira Yafesê ketina Cizîrê ji aliyê Dayikên Aştiyê ve hatin pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de dayikan sirûdên “Berxwedan xweş doz e” û “Herne pêş” xwendin. Piştre jî Dayikên Aştiyê ketin milên meşvanan û bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Qasidê aştiyê li Îmraliyê ye”, “Jin, jiyan, azadî” û “Tecrîd mirin e, berxwedan azadî ye” dest bi meşê kirin. Esnafên ku polîsan di dema meşê de hewl didin nehêlin ji dikanên xwe derkevin û xelkê navçeyê bi çepikan piştgirî dan Meşvanên Azadiyê.

Meşvanên Azadiyê heta avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Cizîrê meşiyan û li vir ji aliyê girseyê ve bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” hatin pêşwazîkirin. Yek ji kesên di nava girseya li pêşiya avahiya partiyê de cih girt dayika Mehmet Tunç, Esmer Tunç bû.

Salîha Aydenîz: Tu hêz nikare meşa me bide rawestandin

Parlamentera DEM Partiyê Saliha Aydenîz li wê derê axivî û got: “Ev 7 roj in em ji bo azadiya birêz Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd bi riyên demokratîk dimeşin. Em dizanin ev meş wê bi ser bikeve. Armanca vê meşê heqîqet, yekitî û aştî ye. Bajar bi bajar, navçe bi navçe em meşiyan. Nêzikatiya desthilatdarî û hêzên ewlekariyê ya îro li Cizîrê tê nîşandan, nîşaneya tirsa wan a ji demokrasiyê ye. Bila dewlet, desthilatdariya AKP’ê û hêzên ewlekariyê bizanibin ku wê nikaribin meşa me bidin sekinandin. Bi dehan caran Cizîra Botan hat hilweşandin lê her carê rabû ser piyan û têkoşîna xwe domand. Em ji Cizîra Botan bang dikin; gelê me polîtîkayên we yên ku vîna wan nas nake qebûl nekir û wê qebûl neke. Ji ber polîtîkayên we îro Tirkiye di nava krîz û kaosê de ye.”

 ‘Gelê kurd tu carî paşve gav neavêtiye û wê navêje’

Salîha Aydenîz, destnîşan kir ku wê meşa wan a ji bo azadiya gelê Kurd û demokrasiya Tirkiyeyê berdewam bike û ev tişt anî ziman: “Çend sal berê pêvejoyek hebû. Her kesê dît ku dema birêz Ocalan diaxive, aştî çêdibe. Dema diaxive êdî mirin çênabe. Ev yek nîşan dide bê ka pirsgirêkan çawa çareser dike. Bila dewlet hişê xwe bîne serê xwe. Gelê Kurd tu carî paşve gav neavêtiye û wê neavêje jî. Em 75 kes li ser navê bi milyonan kesan 7 roj in dimeşin. Em li vir bang dikin; ji bo azadiya Kurdistanê û demokrasiya Tirkiyeyê divê muxatabiya birêz Ocalan bê naskirin. Dê têkoşîna me mezintir bibe. Dengê yekitî û aştiyê bibihîsin, vê zilmê ji holê rakin.”

‘Divê em têkoşîna xwe mezin bikin’

Namzeda hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Cizîrê Guler Tunç jî gel silav kir û got: “Bandora tecrîdê li ser tevahiya civakê heye. Lê li ser jinan cuda tê meşandin. Ji ber ku avakerê paradîgmaya azadîxwaziya jinan birêz Ocalan e. Naxwazin jin bi awayekî azad civakê birêve bibin. Lewma tecrîdê li ser birêz Ocalan ferz dikin. Heke em jin azadiyê bixwazin, wê demê divê em avakerên vê fikrê azad bikin û ji bo vê têkoşîna xwe mezin bikin.”

Namzedê hevşaredariyê yê Cizîrê Abdurrahîm Durmuş jî bal kişand ser dorpêçkirina Cizîrê û ev tişt anî ziman: “Vaye em dibînin bê ka tecrîdeke çawa ye. Em dixwazin êdî ev ewrên reş ên li ser Cizîrê û li ser welêt belav bibin. Meşvanên Azadiyê jî ji bo belavkirina van ewrên reş ketine rê.”

Zarokek keç name û pêlîstokên xwe radestî Meşvanên Azadiyê kir 

Piştî axaftinan, Meşvanên Azadiyê derbasî avahiya partiyê bûn. Dayikên Şemiyê li vê derê patik, lepik û nameyên ku nivîsandibûn radestî meşvanan kirin ku bişînin Îmraliyê. Zarokeke keç a şal û şepik li xwe kirî jî nameya ku nivîsandibû û pêlîstoka xwe radestî meşvanan kir û xwest ji Abdullah Ocalan re bên şandin.

Li avahiya partiyê ji bo kesên di dema qedexeya derketina kolanan a Cizîrê de jiyana xwe ji dest dane merasîma bîranînê hat lidarxistin.

Omer Ocalan: Em ji bo azadiya welatê xwe azadiya gel dimeşin

Meşvanên baskê Qersê jî gihîştin navçeya Kanîreşa Çewlikê. Meşvan, li ketina navçeyê hatin pêşwazîkirin û ber bi navenda navçeyê ve meş li dar xistin.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan piştî meşê axivî û wiha got: “Ez Mehmet Karasungur, Mazlum Dogan û Hayrî Durmuş bi bîr tînim. Wan bedenên xwe dan ber mirinê û bedelên giran dan. Vaye neviyên we li pey şopa we dimeşin. Ev der Kurdistan e û welatê me ye. Em dixwazin wekhev û azad bijîn. Me ji Qersê dest pê kir û heta vê derê hatin. Em ji bo azadiya birêz Ocalan dimeşin. Ji bo azadiya welatê xwe, azadiya gelê xwe dimeşin. Em dixwazin mîna gelên din xwedî statu bin. Dixwazin pirsgirêka Kurd bê çareserkirin. Li Îmraliyê bêhiqûqiyeke mezin li dijî birêz Ocalan tê kirin. Hûn çima destûrê nadin ku bi birêz Ocalan re hevdîtin bên kirin? Ev yek hiqûqa dijminatiyê ye. Daxwazên me mafdar û rewa ne. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo mafên xwe bidomînin.”

Omer Ocalan, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em dixwazin di çareserkirina pirsgirêka Kurd de birêz Ocalan weke muxatab bê girtin. Dewletê niha tevahiya aboriya xwe ji bo tunekirina Kurdan bi kar tîne. Pereyê vî welatî çima ji bo şer tê bikaranîn? Pereyê gelê Kurd û Tirk ji bo perçiqandina Kurdan bi kar neynin. Em naxwazin êdî zarokên vî gelî bên kuştin.”

Piştî axaftinê, li qehwexaneyê bi gel re civîn hat lidarxistin. Di civînê de jî çend nîşeyên hevdîtinê yên bi Ocalan re hatin xwendin. Meşvanên Azadiyê piştre berê xwe navçeya Depa Xarpêtê.