Li Xezayê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 29 hezar û 878

Li Zîvala Xezayê ku Îsraîlê 144 roj in bênavber bombebaran dike, hejmara kesên hatin qetilkirin bû 29 hezar û 878.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsraîlê yên li dijî Zîvala Xezayê 144 roj in bênavber berdewam dikin.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê, têkildarî bîlançoya êrîşan daxuyaniyeke nû da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 24 saetên dawî de di encama 11 qetlîamên ku artêşa Îsraîlê li dijî Zîvala Xezayê pêk anî de 96 kes hatine qetilkirin û 172 kes jî birîndar bûne. Hat diyarkirin bi êrîşa dawî re hejmara Filistîniyên ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve li Xezeyê hatin qetilkirin bû 29 hezar û 878 û hejmara birîndaran jî bûye 70 hezar û 215. Tê diyarkirin ku li herêmê hê jî cenaze di bin kavilan de hene lê ji ber êrîşên kes nikare xwe bigihîjîne cenazeyan.

Êrîş bênavber didomin

Li aliyê din, hejmara bombeyên ku Îsraîl di êrîşan de bi kar tîne wek 70 hezar ton hat diyarkirin. Her wiha hat ragihandin ku li Xezayê 2 hezar û 600 kes hatin desteserkirin an jî esîr hatine girtin. Li gorî agahiyan leşkerên Îsraîlê, li taxên Ez-Zeytûn, Şeyh Ridvan û En-Nasr û Kampa Penaberan a El-Megazî û li herêma rojavayê Xezayê bi sedan kesan weke mertalên zindî bi kar tînin. Di encama êrîşan de 2 milyon kes ji cih û warên xwe bûn. Beşek mezin ji wan kesan xwe spartin Refahê ku Îsraîlê beriya niha îdia kiribû “cihekî bi ewle” ye lê Îsraîl ji 1’ê Sibatê vir ve li dijî Refahê operasyonan didomîne.