‘Li Tûnisê jin tevî astengiyan jî di siyasetê de cihê xwe digrin’

Ahlam Al-Karuî bal kişand ku di tûra yekem a hilbijartinên Konseua Neteweyî ya Cihî û Herêmî ya Tûnisê de ji 6 hezar û 697 namzedan tenê 939 jin bûne û got ku tevî astengî û zehmetiyan jî jinan di siyasetê de cihê xwe girtine.

ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis – Gelê Tûnisê, ji bo tûra yekem a hilbijartinên Konseya Neteweyî Cihî û Herêmî ya ku weke baskê duyem ê parlamentoyê peywirê bike; di 24’ê Kanûnê de çû ser sindoqan. Namzediya jinan a ji bo hilbijartinê jî ji sedî 13 ma.

Navenda Derya Spî ya Tûnisê, li hinek bajarên ku armanc dikir jin beşdarî hilbijartinê bibin, projeyek ku ji sê merheleyan pêk tê amade kir. Koordînatora Projeya Navenda Derya Spî ya Tûnisê, Ahlam Al-Karuî, li ser projeyê ji ajansa me re axivî. Ahlam Al-Karuî, got ku di tûra yekem a projeyê de, ji bo çarçoveya hebûn û beşdariya jinan diyar bikin li ser sê merheleyan sekinîne û da zanîn ku merheleya yekem çavdêriya li ser namzedan bûye.

‘Jinên namzede behsa xwe kirin’

Ahlam Al-Karui diyar kir ku merheleya duyem a projeyê ji ser medyaya dîjîtal hatiye meşandin û wiha got: “Jinên namzede bi hevpeyvînan xwe dan naskirin. Me jî zehmetî û astengiyên ku namzedên jin dijî diyar kirin. Merheleya sêyem jî ew bû em derfet çêbikin ku jin biçin ser sindoqan. Ji bo vê jî anket hat çêkirin. Der barê qaîdeyên hilbjartinê de agahî hatin dayîn û bal hat kişandin ser gelek binpêkirinan.”

Em teşwîqa zagonan di warê jiyana siyasî de dinirxînin’

Ahlam Al-Karui, diyar kir ku wan zagonên têkildarî mafên siyasî yên jinan lêkolîn kirine, bi wê awayê li ser teşwîqkirina zagonan di warê jiyana siyasî de nirxandin kirine. Ahlam Al-Karui got ku wan zehmetiyên jin dikşînin tesbît kirine û wiha got: “Em diyar dikin ka pêvajoya hilbijartinê çiqas li gorî standard û zagonên neteweyî û navneteweyî ne. Proje, li ser beşdariya jinan a hilbijartinên cihî, tabloya giştî xêz dike û zehmetiyên ku di vî warî de dikşînin diyar dike. Li Herêmên bejahî û yên sînor balê dikşîne ser girîngiya beşdariya jinan.”

‘Ji namzedan tenê 939 jin bûn’

Ahlam Al-Karui, bal kişand ku di hilbijartinan de ji 6 hezar û 697 namzedan tenê 939 jin bûne û ev agahî dan:

“Li bajarên Gafsa, Kairouan, Nabeul, Kasserine, Tataouine û Gabesê di daîreyên dadgeha asta pêşîn a herêmî de, jinên ku dosyayên wan ji aliyê rayedaran ve hatibûn redkirin tu îtirazek nekirin. Li Tûnisa Mezin ji sedî 59 dosyayên temyîzê yên ji aliyê jinan ve hatibûn pêşkêşkirin ango ji 12 temyîzan tenê 7 temsîl dikir. Ji ber ku li wan herêman serdanên temyîzê tunebûn, jinên namzed ji nelihevkirina di hilbijartinan de agahdar nebûn. Ji ber wê dosyayên temyîzê amade nekirin. Yek jî cihê ku berpirsyaran pewir dikirin dûr bûn. Ji ber agahiya kêm a di warê nelihevkirinên di hilbijartinê de diviyabû îtiraz hebûya û ev yek tenê jinên namzede têkildar nake, di heman demê de gelek parêzer û dadgeran jî têkildar dike.”

‘Jinên namzed rastî zext û şîdetê hatin’

Ahlam Karui, diyar kir ku prosedura hiqûqî tevlihev e û divê ku di nava du rojan de were temamkirin û bal kişand ku ji ber hejmara namzedên jin ji sedî 13 derbas nake qels dimîne. Ahlam Al-Karui, vê yekê jî bi tunebûna jinan a di mekanîzmayên biryargirtinê de girê dide û balê dikşîne ku namzedên jin rastî zext û şîdetê hatine. Ahlam Al-Karui bal kişand ku bi gotinên “Jin nikarin me temsîl bikin” zext li jinan hatiye kirin ku ji namzediyê vekişin.

‘Raya giştî piştgiriyê neda kampanyayê’

Ahlam Al-Karui, diyar kir ku di pêvajoya kampanyayên hilbijartinê de ji sedî 16 jinên namzed rastî cudakariya zayendî hatine, ji sedî 19 jî cih li wan hatiye tengkirin û rastî şîdeta derûnî hatine û got ku raya giştî piştgiriyê nedaye kampanyayê. Ahlam Al-Karui, hejmara kêm a beşdariya jinan ji bo hilbijartinê, weke di hilbijartina berê ya parlamenteriyê de, ji ber ku temsîleyeta wekhev di zagonan de neketiye bin temînatê ve girê da. Ahlam Al-Karui, bal kişand ku hewl didin jinan ji pozîsyonên lîdertiyê dûr bixin û wiha axivî: “Divê di zagonan de wekheviya zayendî bikeve bin temînatê, jin di siyasetê de piştgiriyê bibînin, bêyî ku tirsa wan ji dervehiştin û cudakariyê hebe tevli siyasetê bibin. Ji bo van hemûyan temînata zagonî pêwîst e. Ji bo baweriya jinan bi wan xurt bibe divê dewlet û saziyên sivîl rola xwe bilîzin.

‘Jin tevî her tiştî rola xwe di warê siyasî de didomînin’

Ahlam Al-Karui, bal kişand ku li gorî salên berê hejmara jinan li meclisê kêm bûye û diyar kir ku di sala 2014’an de beşdariya jinan a hilbijartinê ji sedî 31 bûye lê di sala 2023’yan de bûye ji sedî 13. Ahlam Al-Karui, gotinên xwe wiha domand:

“Hejmar kêm be jî jin ji bo doza xwe ya mafdar rolên xwe dilîzin. Tevî zehmetî û astengiyên partiyên siyasî jî; jin di warê siyasî de hebûna xwe didomînin. Di dîroka Tûnisê de cara yekem di 25’ê Kanûna 2023'yan de bi 7 hezar û 205 namzedên ku zêdetirî wan mêr bûn, ji bo 2 hezar kesan bi cih bikin ketin pêşbaziyê. Tûra duyem a şaredariyan an di dawiya Çileyê de yan jî serê Sibatê de dê pêk were.”