Di sala 2023’an de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 122 jin hatin qetilkirin

Li gorî daneyan, di sala 2023’an de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 122 jin aliyê mêrê ku pê re zewicî yan jî xizmên xwe ve hatine qetilkirin û herî zêde bûyerên qetilkirinê li bajarên Tehran, Elborz û Urmiye rû daye.

Navenda Nûçeyan- Li gorî daneyên di medyaya Rojhilatê Kurdistanê de hatine parvekirin, di sala 2023’yan de li gorî belgeyan hatine piştrastkirin ku li bajarên cûda yên Îranê 122 jin ji aliyê xizmên xwe ve hatine qetilkirin. Herî zêde jin bi destê mêrê ku pê re zewîcî hatine qetilkirin.

Jin herî zêde li bajarên Tehran, Elborz û Urmiye hatin qetilkirin

Li gor heman agahiyan, herî zêde bûyerên qetilkirinê li bajarên Tehran, Elborz û Urmiye rû daye.

Di heman nûçeyan de hatiye diyarkirin ku duh êvarê jî li bajarê Îlam yê Rojhilatê Kurdistanê kesek xwişka xwe xeniqand û piştre xwe radestî polîsan kiriye.