Di êrîşa Îsrailê de hejmara miriyan gihîşt 22 hezar û 313‘an

Di êrîşên Îsraîlê yên ev 89 roje li dijî Zîvala Xezayê de hejmara kesên ji 7’ê Cotmehê heta niha jiyana xwe ji dest dan gihişt 22 hezar û 313’an.

Navenda Nûçeyan- Wezareta Tenduristiya li Xezayê, roja Çarşemê daxuyanî da û ragihand ku di êrîşên Îsarilê ên ku ji 7’ê Cotmehê heta niha li ser Xezayê berdevam dike hêjmarên kesên ku jiyana xwe ji dest dane gihîşt  22 hezar û 313 kesan. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di nava 24 saetên dawî de hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane bû 128 kes. Wezaretê her wiha da zanîn ku 57 hezar û 296 kes jî birîndar bûne.

Li aliyê din di êrîşa balafirên bêmirov a Îsraîlê de, berpirsekî paye bilind ê Hamasê Salih El Arûrî hate kuştin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku nûnerê paye bilind ê Hamasê yê li Beyrûtê, El Arûrî 2’yê Çileyê roja Duşemê di êrîşa balafirên bê mirov a Îsraîlê de hate kuştin. Di êrîşê de ofîsên Hamasê hatin hedefgirtin. Hat ragihandin ku di operasyona li ser vê hedefê de, hin endamên din jî yên Hamasê mirine.