KCDP: Di 2023’an de 315 jin ji aliyê mêr ve hatin qetilkirin

Li gor rapora KCDP a sala 2023’an; 315 jin ji aliyê mêr ve hatin qetilkirin, 248 jin jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dan. 61 jin li gel ên nêzî xwe bûn hedef.

Navenda Nûçeyan- Platforma Em ê Pêşî li Cînayetên Jinan Bigirin (KCDP) rapora xwe ya sala 2023’yan eşkere kir. Platformê di rapora ku ji sala 2008’an ve jinên hatin qetilkirin digre nava xwe de; ‘Di nava 15 salên bûrî de tenê sala ku cînayetên jinan kêm bûye sala 2011’an ku peymana Stenbolê hatî îmzekirine. Derbarê peymana Stenbolê de nîqaş hatin kirin heta niha di cînayetên jinan û mirinên bigumande zêdebûn hatiye jiyankirin.

‘Di cînayetên jinan û mirinên bigumande zêdebûnek mezin hate jiyankirin’

Di raporê de bal kişandin ku di sala 2023’an ku bê peymana Stenbolê derbas bû de di cînayetên jinan û mirinên bi guman ên jinan de zêdebûnek mezin hate jiyankirin û wiha hate gotin: “Dema ku peymana Stenbolê bi awayek aktif hate pêkanîn, bi awayek aşkere jin di jiyanê de dimînin. Desthilata siyasî got me îmze ji Peyman Stebulê kêşaye.”

‘Ji sedan 65’ê jinan di malên xwede hatin qetilkirin’

Li gorî raporê, di sala 2023’yan de 315 jin ji aliyê mêr ve hatin qetilkirin. 248 jin bi awayeke guman jiyana xwe ji dest dan û wiha hate gotin: “Ji jinên ku di sala 2023’an hatin qetilkirin ji sedî 65’ê wê di malde hatine qetilkirin. Li cihên ku kes xwe têde bi ewle hîs dike li malê îsal bû gorîstina 205 jinan. Ev dane nîşan dide ku malên herî bi ewle bûye qada herî bê ewle. Malbata ku berê bingehîn yê cîvakê tê dîtin, bû sedemê tunebûna jiyana gelek jinan.”

 ‘Ji sedî 70’ê jinan ji ber derbarê jiyana xwe de biryargirtine hatin qetilkirin’

Di raporê de hate diyarkirin ku ji sedê 31’ê jinên ku di sala 2023’an de bi amurên birinê ji sedî 55’ê wê jî bi guleyan hatin qetilkirin û wiha hate gotin:

“Nehat tesbîtkirin ku ji sedî 58 jinên ku di sala 2023’an de hatine qetilkirin bi kijan hêcetê bû. Di nava cînayetên jinan ên ku hêcetên wê hene ji sedî 70’ê jinan ji ber derbarê jiyana xwe de biryargirtine ji aliyê mêr ve hatine qetilkirin. Ev tê wê wateyê ku jin herî zêde ji ber bi îradeya xwe ya azad biryara veqetandin û hevberdanê girtine berbi mirinê ve tên kişkandin.”

‘Ji sedî 41 jinan ji aliyê mêrê pêre zewicî ve hatin qetilkirin’

Di raporê de hate destnîşan kirin ku ji sedî 41 jinên hatin qetilkirin ji aliyê mêrê pêre zewicî re hatin qetilkirin û wiha hate gotin: “Ji derveyî vê kujerê 30 jinên ku ji aliyê mêr ve hatin qetilkirin em dibînin ku mêrên pêre di pêvajoya hevberdanê dene. Jin ji bo mafê xwe ê herî bingehîn ê azadî û ewlehiyê têkoşîn dikin, dema ku dixwaze hevberde û di pençen tundiyê de jiyana xwe ji dest didin. Em dibînin ku ji bo jinan biryar girtina hevberdanê ewqas zehmet, mafê nefaqayê xistine mijarê nîqaşê.”

‘Ji sedî 35 jinên hatin qetilkirin di navbera temenê 19-35 dene’

Di raporê de hate bi bîrxistin ku îsal ji sedî 35 jinên ku hatine qetilkirin di navbera 19-35 salî dene û wiha hate gotin: “Jinên ciwan dema ku dixwaze ji hevqût bibe, dixwazin kar bikin, derbarê jiyana xwe de biryar bigrin bi mirinê re rû bir û dimînin. Ji sedî 39 jinên ciwan ên hatine qetilkirin ji ber derbarê jiyana xwe de biryargirtine hatin qetilkirin.”

‘28 jin tevî biryara parastinê hatin qetilkirin’

Di raporê de amaje bi wê yekê hat kirin ku herçendî bê cezaatî berdewam bike û tedbirên pêşîlêgirtinê nayên pêkanîn wê qetilkirina jinan zêde bibe û wiha hate gotin: “Di sala 2023’an de bi giştî 28 jin tevî biryara parastinê hatin qetilkirin. Biryarên tedbîrê yên ku ji aliyê dewletê ve divê bên dayîn û pêkanîn ji bo jinan simîdê cane. Lê belê 28 jin ji bo biryara parastinê nehatin pêkanîn hatin qetilkirin. Kete lêkolîna hêzên eleqeder? 6284 nayê pêkanîn, jin tên qetilkirin. 291 jinên ku hatin qetilkirin rewşa wan a biryara tedbîrê nayê tesbîtkirin.”

‘Li gel jinan mirovên wan jî tên kqetilkirin’

Di raporê de îşaret bi wê yekê hate kirin ku di bûyerên qetilkirina jinan 62 jê li gel mirovên xwe hatine hedefgirtin û wiha hate gotin:

“41 jin li gel mirovên xwe hatin qetil kirin; di 21 bûyeran de mirovên jinan birindar bûne. Êdî tundiya mêr ne tenê jin, di heman demê de mirovên ku ji bo wan bi parêzin têkoşînê dikin dibin hedef. Ev jî encamên polîtakayên pêşîlênegitine û bê berpirsyartiya rayedaran in. Li cihê jinan bi parêzin cesaretê didin tundiyê, rayedarên ku cesaret dide kujer, şirîkê sûc e.  Wê li dijî sekna polîtakayên cesaret didin bersûc û ewlehiya canî a jinan tune dihesibînin wê têkoşîna me berdewam bike.”