Di teqîna li Îranê de 103 kes jiyana xwe ji dest dan

Duh li Îranê li parêzgeha Kirman a Îranê teqînek rû da. Di teqînê de 103 kes jiyana xwe ji dest dan û 141 kesên din jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan – Duh 2 teqînên pey hev li parêzgeha Kirman rû dan. Rejîma Îranê jî ev teqîn weke êrişeke terorê bi nav kir, hejmara kuştiyên di teqîna îro ya li parêzgeha Kirman a Îranê de gihişt 103 kesan û 141 kesên din jî birîndar bûn.

Berdevkê Îdareya Lezgîn a Îranê di daxuyaniyê de got; “2 teqîn li nêzîkî mezargeha şehîdan a parêzgeha Kirmanê pêk hatin. Ev hemwextî çaremîn salvegera kuştina fermandarê berê yê Supaya Qudis a Îranê Qasim Silêmanî ye.”

Di heman wextî de, berpirsekî ewlekariyê yê ajansa Tesnîm a Îranê ragihand ku herdu teqîn bi komandayên ji dûr ve hatine kontrolkirin ku beşdarên merasîmê kirine armanc.