Îman Al-Halaf: Zagona Malbatê ji bo jinan derfetek e

Ji Komîteya Perwerdeya Civaka Jinan a Zenûbyayê Îman El-Helef diyar kir ku jinên Reqayê hîn di bin bandora dema ku DAIŞ’ê herem dagirkir kiribû de ne û wiha got: “Hinek jin hîn jî nikarin ji mal derkevin. Lê êdî Zagona Malbatê heye.”

YUSRA AL-EHMED

Raqa – Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî ku pêwîstî bi zagoneke ku edalet û wekheviyê misoger dike dît di 10’ê Mijdara 2022’an de Qanûna Malbatê derxist. Xebatên danasîna Zagona Malbatê ji hemû beşên civakê re dewam dike. Têkildarî mijarê Endama Komîteya Perwerdeyê ya Meclîsa Jinê ya Zenûbya ya Reqayê Îman El-Helef ji ajansa me re axivî.

‘Zagona Malbatê yek ji destkeftiyek girîng a şoreşê ye’

Iman Al-Halaf di destpêkê axaftina xwe de îşaret bi vê yekê kir ku bi Şoreşa Rojava ve jinan gelek destkeftiyan bi dest xistine û destnîşan kir ku ji taritiyê ber bi ronahiyê ve derketin. Iman Al-Halaf diyar kir ku Zagona Malbatê jiyanî kirin yek ji destkeftiyek şoreşê ye û bi armanca zagon bidin naskirin ji taxan destpêkirine heya qampan, li gelek hereman seminer, giftûgo, komxebat û civînan li dar xistine.

Îman El-Helef anî ziman ku armanca wan ew e ku bi perwerdeyê wekheviya zayendî pêk bînin û wiha got:

“Em dixwazin jin di hemû qadên jiyanê de cih bigirin û di civakê de wekheviya zayendî pêk bînin. Jiyana jinên ku bi hezaran sal in di bin zexta hişmendiya baviksalarî de dijîn, di bin navê orf û edetan de hatin astengkirin. Gelek mijarên wekî zewaca zarokan û pirzewaciyê encama hişmendiya baviksalarî ne. Komkujiyên jinan ên ji ber hişmendiya baviksalarî roj bi roj zêde dibin. Xwekuştin di encama zextên derûnî pêk tê. Pêwîstiya lezgîn bi cîbicîkirina Zagona Malbatê heye ku dê bibe sedema kêmkirin û ji holê rakirina van bûyeran.”

'Mafên jinan hatin desteserkirin û rola wan bi malbatê re hat sînordarkirin'

Îman El-Helef amaje bi wê yekê kir ku jin li Rojhilata Navîn hê jî di çarçoveyek qalibê ku civakê diyar dike de rastî biçûkxistin, zext û dûrketinê tê û wiha pê de çû “Rola jinê bi xwedîderketina li zarokan û birêvebirina malbatê sînordar e. Hemû mafên jinan hatin desteserkirin. Piştî aloziya Sûriyê zextên li ser jinan hîn zêdetir bûne.”

‘Hiquqa Malbatê ji bo jinan derfetek e’

Iman Al-Halaf bibîrxist ku jinan hîn ji bandora ku dema DAIŞ herem kontrol dikir derneketine û wiha berdevam kir: “Hinek jin hîn jî nikarin ji mal derkevin. Ji axaftinên civakê ditirsin û ev rewş ji bo pêşketina wan dibe asteng. Lê êdî Hiquqa Malbatê heye. Derfetek e ku êdî jin zîncîrê xwe bişkînin.”

‘Jin dikarin dema ku mafê wan tê binpêkirin gilî bikin’

Îman El-Helef anî ziman ku yek ji bendên Qanûna Malbatê parastina jinan û mafên wan dike û wiha dawî li axaftina xwe anî “Dema ku mafê jinê were binpêkirin, jin dikare giliyê xwe bike. Emê xwe bigihînin hemû jinan, emê pir xebat bidin meşandin. Bi rêya Zagona Malbatê emê mafê jinan ji wan re bibêjin. Ji bo xwe bigihînin  civakek azad û exleqî emê wekheviya zayendî pêk bînin.”