Îsraîl êrîşên li ser Xezayê didomîn

Di êrîşên Îsraîlê de dibistana ku Filistîniyên li Xezayê ji cih û warê xwe bûne tê de bûn û Heyva Sor a Filistînê hat hedefgirtin û gelek kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmehê vir ve li ser Zîvala Xezayê daye destpêkirin, berdewam dikin. Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFA’yê, artêşa Îsraîlê bombebarana xwe ya li herêmên cuda yên Zîvala Xezayê li dijî mal, mizgeft û dibistanên ku Filistîniyên ji cih û warên xwe bûne lê ne domand.

Dibistana ku mirov tê de bûn hat hedefgirtin

Cenazeyên 40 Filistîniyên ku di êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dan û nêzî 100 kesên birîndar bûne, sewqî Nexweşxaneya Şehîdên Aqsayê ya li bajarê Deyr el-Belahê ya li navenda Zîvala Xezayê kirin. Di encama hedefgirtina balafirên şer ên Îsraîlê ya dibistana Lulu Abdulvehhab el-Katîmî ya ku Filistîniyên ji bajarê Xezayê ji cih û warên xwe bûne xwe spartin de, herî kêm 16 Filistîniyan  jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. Midûriyeta Perwerdeya Navendî û derdora Dibistana Xalid Bin Walîd a li Kampa Penaberan a Nûseyratê ya li navenda Xezayê jî bi bombeyên fosfor û mijê hatin hedefgirtin.

Di encama bi obusan bombebarankirina artêşa Îsraîlê ya li rojhilatê bajarê Refahê ya başûrê Xezayê û bakurê Kampa Nûseyratê û hedefgirtina kampên penaberan ên Nusayrat û Bureycê û malên li Deyr el-Belahê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.

Hikûmeta Xezayê: Sûîqesta Arurî sûcekî ji Îsraîlê tê hêvîkirin e

Midûrê Giştî yê Ofîsa Ragihandinê ya Hikûmetê ya Xezayê Îsmaîl el-Sevabîte, piştî kuştina Serokê Hamasê Salih el-Arurî yê di êrîşa ku Îsraîlê bi balafîra bê mirov li Beyrûda paytexta Lubnanê pêk anî de, daxuyanî da. Îsmaîl es-Sevabîte, diyar kir ku suîqesta Arûrî "sûceke ku ji Îsraîlê tê hêvîkirin e” û diyar kir ku berxwedana Filistînê tevî suîqestan jî dê berdewam bike û heta ku dagirkeriya Îsraîlê bi temamî ji holê ranebe dê tu carî nesekine.

Ji NY’ê banga îtîdalê

Cîgira berdevka sekreterê giştî yê NY’ê Florencia Soto Nîno, di civîna çapemeniyê ya rojane de der barê kuştina Serokê Hamasê Salih El Arûrî de daxuyanî da. Florencia Soto Nîno, da zanîn ku geşedan "gelekî metirsîdar in” û diyar kir ku ev rewş "metirsiya belavbûna li herêmê" ku beriya niha sekreterê giştî yê NY’ê hişyarî dabû, derdixe holê. Florencia Soto Nîno, diyar kir ku hê jî hemû hûrgiliyên têkildarî êrîşê nehatine zelalkirin û wiha got: "Sekreterê giştî, bang li hemû aliyan dike ku îtîdala zêdetir û bi lezgînî rageşiya herêmî kêm bike.” Florencia Soto Nîno, bang li endamên civakî ya navnetewî kir ji bo astengkirina zêdebûna rageşiya li heremê hewldanên mezin bidin û wiha got: "Em gavekî ku bê fikir bê avêtin û li herêmê tundî zêde bike naxwazin.”

Nîno, der barê îfadeyên Wezîrê Ewlehiya Neteweyî yê rastgirê tundrew Îsraîlî Îtamar Ben-Gvir û Wezîrê Maliyeyê Bezalel Smotrîç ku diyar kiribûn, "Piştgirî didin ku Filîstiniyên li Zîvala Xezayê bi dilxwazî ji herêmê koç bikin” de jî wiha got: "Em wek NY’ê li dijî koçberkirina bi darê zorê ne. Xal.”

WHO’yê bertek nîşanî hedefgirtina navenda Heyva Sor da

Rêveberê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Dr. Tedros Adhanom Ghebreyesus, di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de, êrîşên li dijî navenda Heyva Sor a li Xan Yûnis a dikeve başûrê Xezayê û Nexweşxaneya El-Emel a girêdayî Heyva Sor a Filistînê, şermezar kir.

Tedros Adhanom Ghebreyesus, wiha got: "Bombebaran bêwijdanî ne. Pergala tenduristiyê ya Xezayê hilweşiyaye. Ji ber pevçûnên heyî her dem xebatkarên tenduristiyê û alîkariyên mirovî tên astengkirin." Tedros Adhanom Ghebreyesus, diyar kir ku ew tevli bangên navneteweyî yên "agirbesta lezgîn" ên bi armanca gihandina pêdiviyên bingehîn ên weke xwarin, pêdiviyên tenduristiyê û avê yên ji bo sivîlên Xezayê, dibe.

Doza Qirkirinê di 11-12 Çileyê de dest pê dike

Li aliyê din, Berdevkê Wezareta Têkilî û Hevkariya Navneteweyî ya Afrîkaya Başûr Clayson Monyela, di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de diyar kir ku yekemîn danişîna doza qirkirinê ya Îsraîl bê darizandin dê di 11-12'ê Çile de li Laheyê ye û parêzer di vî warî de amadekariyên xwe didomînin.

Komara Afrîkaya Başûr, di 29’ê Kanûnê de bi hinceta ku Îsraîl bi kiryarên ji 7’ê Cotmehê ve li Xezayê pêk tîne re Peymana NY’ê ya 1948’an a Pêşîlêgirtin û Cezakirina Qirkirinê binpê kiriye, li Dîwana Edaletê ya Navneteweyî doz vekir û daxwaz kir ku ji bo Îsraîlê biryara tedbîra îhtiyarî bê girtin.