Li Sûdanê rewşa mirovahiyê ber bi xerabiyê ve diçe

Şert û mercên jiyanê û rewşa aborî ya welatiyan li Sûdanê her diçe xirabtir dibe. Bi taybetî kesên ku ji ber pevçûnên Sûdanê reviyane di nava zehmetiyan de dijîn.

Navenda Nûçeyan – Sûdanî ji ber şer û pevçûnên berdewam ên di navbera Hêzên Piştgiriya Lezgîn û artêşa Sûdanê de ku di encamê de zêdetirî 3 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane, zêdetirî 5 milyon kes jî koçber bûn, rastî êş û azarên mezin tên.

Pevçûnên li Sudanê ketine meha xwe ya 7’emîn û peydakirina xwarin, vexwarin û xizmetên tenduristiyê ji welatiyan re gelekî zehmet bûye. Ji ber ku ew bûne mirovên bêwar ên li dibistan, sazî û stargehên ku hejmara wan zêdetirî 800 navendan bûn, yan li kolanan, an jî li welatên cîran bûne penaber û bi hatina zivistanê re rû bi rû ne.

Li gorî texmînan zêdetirî 9 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne ku piraniya wan sivîl in. 5 milyon kes jî ji cih û warên xwe bûne, penaber û koçber in. Weke li gelek welatan li vê derê jî rêjeya kêmbûna hilberîna herêmî gihîştiye nêzî ji sedî 12 û rêjeya bêkariyê jî zêde ye.

Ji ber şer her tişt serûbin bûye

Pevçûnên berdewam bûne sedema asteke bilind a kêmxwariniyê ku zêdetirî 100 hezar zarok tûşî kêmxwariniya giran bûne. Wezareta Tenduristiyê ragihandibû ku kolear zêde bûye. Li hemû eyaletên welat, kesen jiyana xwe ji dest dane zêdetirî 200 kesan ji van nexweşiyan ji destpêka şer û vir ve piştrast dike.

Xizmetên bijîjkî jî li piraniya nexweşxaneyan di encama bombebaran û wêrankirinê de yan jî ji ber nekarîna dermanan û tunebûna personelên bijîşkî, ji bilî xerabûna av, elektrîk, gaz, sotemenî û xizmetguzariyên veguhestinê li seranserê welat rawestiyan. Sektora perwerdeyê beşeke mezin ji hilweşînê para xwe girtiye û li zêdetirî 17 hezar dibistan û 155 zanîngehan perwerde nayê dayîn.