Li Hesekê rêzeçalakiyên 8’ê Adarê bi daxuyaniyekê hatin ragihandin

Bi boneya hatina 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê, rêxistin û tevegerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Hesekê yê Kantona Cizîrê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê rêzeçalakiyên xwe ragihandin.

Hesekê- Platforuma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Parka 4’ê Nîsanê ya bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin dirûşma “Bi vîna jinên azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin” daxuyaniyek da û rêzeçalakiyên ji bo 8’ê Adarê hatin ragihandin. Bi dehan endamên rêxistin û tevgerên jinan bi cil û bergên xwe yên gelêrî beşdarî daxuyaniyê bûn.

Daxuyaniya ku ji aliyê Berdevka Rêxistina Kongra Star Rîhan Loqo ve hat xwendin wiha bû:

“Bi boneya 8’ê Adarê em tevahî jinên kedkar, berxwedêr ên di girtîgehan de û jinên têkoşer ku bênavber  di tevahî qadên jiyanê de têkoşiyane û xebatên zanistî û xweparastinê didin meşandin silav dikin. Têkoşîna me ya jinên azad  ji dîroka kevnar ve heya roja îro bênavber didome. Ji  Roza Luxsemburg, heya Sakîne Cansiz, ji Arîn Mîrkan heya Rîhan Şiwêş, ji  Yusra Derwîş heya Zelal Zagros û Sorxwîn Dêrsim têkoşîna me di her pêvajoyê de berdewam dike. Di şexsê rêhevalên me yên  dozê em hemû şehîdan bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê hesret û armanca wan a azadiyê bi cih bînin.

‘Ji her demê zêdetir jinan xwe bi rêxistin kirine’

Ev meşa  dirêj ya tekoşînê îro şax berdaya her aliye cihanê.  Weki  Emerîkaya  Latîn, Başûrê Efrîqa û Rojhilata Navîn, wekî Afgansitan , Ukraniya, Xeza, Sudan, Yemen, Enqara, Tehran, Baxdad, Lubnan û Sûriye taybet li Kurdistanê, li dijî rêjîmên faşîst û dewletên dagirker û hêzên kapîtalîst ên navnetewî li ber xwe didin.  Ji  bo parastina nasname û destkeftiyên şoreşa jinê û ji bo vala derxistina pirojeyên dijmin li ser jinan, li her derê cîhanê îro ji her demê zêdetir jinan xwe bi rêxistin kirine.

‘Êrîşên li ser vîna jinan zêde dibin’

Tesbîta herî şênber ew e ku li dijî tekoşîna jinan a xwebûnê, siyaset û planên tunekirin, îmhakirin û qirkirinê tê meşandin. Bi taybetî  Dewleta Turk a faşîst û dagirker ku di sedsala 21’ê de bi fermanên  dîctator Erdoxan, jinên pêşeng hedef digre û şehîd dixe. Li aliyê din sûcên giran weke girtin, lêdan, kuştin û tecawizê li ser jinan û malbatên li heremên di bin dagirkeriya dewleta Turk de, Serê Kaniyê, Efrîn,Girê Spî, Bab, Ezaz û Cereblûsê pêk tînin. Her wiha hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi balafiran topbaran dikin û cihên binesaziyên gel tên rûxandin.

‘Têkoşîna me bihêztir dibe’

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şoreşa jinan hebûna xwe misoger kiriye. Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hêza xwe ya rêxistinkirî li hember hemû cureyên êriş û qirkirinên siyasî aborî, çandî û civakî di têkoşîna  xwe de bi israr in. Dîsa  li hemberî êrîşên dewleta Turk a dagirker xwedî sekn in û li hemberî êrîşên zayendperest xwedî têkoşîn, misyon û perspektîfên alternatîf ê rêxistnkirin û xwerêveberinê ne. Ji 129 jinên ku di oxira tekoşîna wekhevî û edaletê de şehîd bûne heya Şervîn, Zozan û Bêrîvanan wê felsefeya Jin jiyan azadî, şoreşa civakî misoger bike.

Dê rêzeçalakî werin lidarxistin

Em jî weke platforma rêxistin û tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, îro kampanyaya 8’ê Adara 2024’an di bin dirûşma “Bi vîna jinên azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin”radigihînin ku dê kampanyaya me ya rêzeçalakiyan ji 24’ê Sibatê heya 8’ê Adarê berdewam bike.

Bername wiha ye:

Tevahî bajar dê bi rengên jinan bên xemilandin û dirûşma kampanyayê li ser riya her bajarî bê daliqandin.

Civînênê girseyî dê li ser mijara tekoşîna jinan bên lidarxistin.

Semîner li tevahî gund û taxan û saziyan bê dayin.

Wê di 1 û 2’yê Adarê de festîvala jinan bi pêşengiya Hîlala Zêrîn û desteya çandê were destpêkirin.

Pêşengeha wêneya wê li Kobanê bê vekirin

Serdana goristanên şehîdan dê di 4’ê Adarê de li her bajarî were kirin mûm werin vêxistin.

Panelek online bi rêxistinên jinan re wê were dayîn.

Dê serdana gundê jinwar bê kirin.

Gul an jî dar li ser navê asayîşê ji hevalên jin re bên diyarîkirin.

Pêşangeha wêneyên hevalên şehîd û danasîna kurt li ser jiyana wan dê were organîzekirin.

5’ê Adarê ji aliyê meclisa jinan a PYD’ê ve semînerek diyalogê dê bê lidarxistin.

Komxebat dê di 3’yê Adarê de li Kobanê, Eyn Îsa kantona Hesekê Qamişlo û Reqayê bên lidarxistin.

Perwedeya ji bo mêran dê li her bajarî ser 3 rojan hebe.

Biroşûr dê bên belavkirin li ser danasîna vê rojê.

Di 3’yê Adarê, de dê meşek mezin li Reqatê bê li darxistin.

Di roja 8’ê Adarê de jin li kantona Qamişlo, bajarê Hesekê, Kobanê, Şehba, Heleb, Şam Başûr, Lubnan û Ewropayê bi meşên mezin berê xwe bidin qadên mitîngê.

Kampanyaya ekolojîk bidome.

Kampanyaya haştagê dê bê destpêkirin.”