Jinên Beyrûdê: Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê jinan digrin

Parêzvanên mafê jinan ên Beyrûdê diyarkirin ku dewleta Tirk û çeteyên wî bi dagirkirina Efrînê re bi taybet jin bê hiqûqî tên girtin û rastî îşkenceyê tên û bang li saziyên navnetewî kirin.

SUZAN EBU SAÎD

Beyrûd- Jinên aktivîst li Lubnanê û welatên din, li dijî dewleta Tirk û çeteyên wî li harêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê yên ku dagirkirine, pêkanînên binpêkirin û êrîşên  revandina mirovan, gef, destdirêjî girtin, cezayê girtîgehan û îşkence şermezar kirin. Aktivîstên mafê mirovan, li dijî dagikirina Efrînê ji 18’ê Adara 2018’an heta niha, dewleta Tirk û çeteyên wan di nav de jin jî hene hejmarek zêde sivil girtine û derbarê wan de cezayê girtîgehê dane bertek nîşan dan.

‘Em guherînek civakî dibînin’

Dîrektorê Îcra ya rêxistina pira Îtalya Martîna Benatti Morano,  êrîşên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriye dibin navê ‘ewlehiyê’ de didin meşandin şermezar kir û diyarkir ku dibin ala rêveberiya xweser de hem jin û hem jî mêr sîstema netewa demokratîk xistine meryetê û wiha got: “Bi xebatên em didin meşandin re em guherînek erênî ya civakî dibînin. Weke saziyek ya civaka sivîl em jî hewl didin vê bikin. Hejmarek zêde ya karker, endezyar û teknîsyen ku ev 10 an jî 20 sale perwerdeya zanîngehê temam nekirin û yan jî di jiyan pişeya xwe de dewam nakin nehatine erkdarkirin em derfetê kar peyda dikin.”

 ‘Divê pira piştevaniyê ava bikin’

Martîna Benatti Morano da zanîn ku bi piştgiriya tevgerên feminist guherîna civakî gengaze û wiha got: “Li dijî pevçûnên Rojhilata Navîn weke jin divê em pirek ya piştevaniyê ava bikin û li kêleka gel bin. Bi saziyên civaka sivîl ya navnetewî re em di nava hevkariyê dene û weke ku ji navê saziya me tê zanîn hewla pêkanîna vê didin.”

Banga ji bo rêxistinên mafê mirovan

Seroka çalakiya jinan ya Warda Boutros ya komeleya Musawa Dr. Mary Al-Debs bal kişand ser rewşa girtinên jinan li herêmê û wiha got: “Li Efrînê gelek jinên girtî yên jiyana wan di metirsiyê dene hene. Banga me ji bo rêxistinên mafê mirovan ên Tirkiye û cîhanê ewe ku; divê li gel jinên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatin girtin, bin û ew ji zilm û zext dewleta Tirk werin rizgarkirin.  Ji bo daxwazên gelê Kurd were pêkanîn, em li gel wanin. Dewleta Tirk li dijî gelê Kurd û bi taybet li dijî jinan tiştên ku tê kirin ne nûye. Bi dehan sale jinên Kurd li girtîgehên Tirkiye tên girtin.”

‘Jin bêyî bên darazandin cezayên giran digrin’

Rojnamevan û bizîjk Sonia Al-Ashqar wiha got: “Em di her astê de şertên zehmet jiyan dikin, bi taybet pirsgrêkên jinên girtî ên bi taybet li girtîgehên Efrînê ku bê edalet ceza dane û di şert û mercên zehmet de jiyan dikin her roja ku diçe mezin dibe. Li Efrînê jinên ku tên girtin cezayê muebetê didin. Ji ber vê aşatî, aramî û di mijara pêşeroja me de em dixwazin bi awayek ewle jiyan bikin. Derbarê jinên li girtîgehên Efrînê rastî îşkenceyê tên bêyî ku darazandinek çêbike  dikarin cezayên giran bidin. Ev qanûna ku di civakê de bertek hatî nişandan divê were destgirtin. Mafê mirovan zagon netenê gotin, perwerde û meqale, rumeta mirovan û bi aramnca parastina mirovahiyê hatibû avakirin. Divê ev mijar bi awyek eşkere û objektif were destgirtin. Hinek caran em kesê ku wan biparêzin nabînin. Piranî destur nadin jinan ku parastina xwe bikin. Ji ber vê yekê bi kederek nayê zanîn re rû bi rû dimînin. Ma hiqûqa mafê mirovan ya ku mirovatiyê daxwaz kirî ev bû?.”

‘Sucên şer û sûcên li dijî mirovatiyê ye’

Seroka Komeleya Jîn Bûşra Alî jî derbarê bûyerên ku li Efrînê tên jiyîn de wiha got: “Em behsa girtinên der zagonî û piştgiriya zagonî nakin. Dewleta Tirk bi armanca guherîna demografiya herêmên Efrînê, gelê xwecihî dersînor dikin, leşkerên bi pere bi cih bikin tînin Efrînê. Ji ber vê jî hemû tiştên ku ji aliyê çeteyan ve tên kirin der zagon û bê edalete. Ev binpêkirina mafê mirovan e, sûcê şer û sûcê li dijî mirovatiyê ye. Tevî reşkirinên medyayê, em van dozan dişopînin. Tevî îhmal û bê eleqeya saziyên mafê mirovan ên bi mafê mirovê re eleqeder dibin…”