Di êrîşên Îsraîlê de hejmara miriyan derket 29 hezar û 514’an

Li Zivala Xezayê di 24 saetên dawîn de hejmara Filistîniyên ku di êrîşên Îsraîlê de hatin qetilkirin 104 kes zêde bû û derket 29 hezar û 514’an.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê ev 140 roj in bênavber didomin. Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezayê daxuyaniyeke nivîskî da û derbarê rewşa dawî de agahî da. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin ku di 24 saetên dawîn de 104 Filistînî hatiye qetil kirin û bi giştî 29 hezar û 514 kes mirin. Di êrîşên dawî yên Îsraîlê de 160 Filistînî birîndar bûn, hejmara birîndaran gihîşt 69 hezar û 616’an.

Di daxuyaniyê de careke din hate teqezkirin ku hîna cenaze di bin xirbeyan û li kêleka rê de mane, lê ji ber astengî û êrîşan nikarin xwe bigihînin cenazeyan.