Bernameya 8’ê Adarê ya TJA’yê eşkere bû

TJA, bernameya xwe ya 8'ê Adarê ya çalakiyan bi dirûşma "Bi jin jiyan azadî ber bi 8'ê Adarê ve" û “Bi jin jiyan azadî ber bi azadiyê ve" ragihand û got:“Em ê xeta netewperestî, paşverûtî, olperestî, faşîst teşhîr bikin û têbikoşin.”

Navenda Nûçeyan - Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî bernameya xwe ya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi daxuyaniyek nivîskî bi dirûşma "Bi jin jiyan azadî ber bi 8'ê Adarê ve" û “Bi jin jiyan azadî ber bi azadiyê ve" eşkera kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Îro li Êlih û Îzmîrê bi meşeke girseyî starta xebatên 8'ê Adarê dê bê dayîn. Piştre dê hemû bajar starta xebatên xwe yên 8'ê Adarê ji raya giştî re aşkera bikin.

Li gorî bernameyê dê 8'ê Adarê roja înê li Amed, Êlih, Qoser, Cizîr, Wan û Mêrsînê mîtîng bên lidarxistin. Di 9'ê Adarê de ango roja şemiyê jî bi Platforma Jinên Edeneyê re jî em ê mîtîngê li dar bixin. Li Depa Xarpêtê, li Qers, Îdir, Agirî, Colemêrg û Dêrsimê jî hevdîtinên jinan dê pêk bên.

Li Îzmîr, Stenbol, Mêrsîn, Edene, Dîlok, Enqere, Manîsa, Aydin, Kocaeli, Antalya û Hatayê jî meşa şevê ya femînist dê bê lidarxistin. TJA dê bi rengê xwe tevli meşa şevê bibe.

‘Li gelek navçe û gundan jî dê hevdîtînên jinan bên organîzekirin’

Dê li Çewlik, Bedlîs, Agirî, Erzirom, Wan, Îdir, Qers, Erdexan, Colemêrg, Mûş, Riha, Dîlok, Semsûr, Mereş, Dêrsim, Êlih, Sêrt, Şirnex, Amed, Meletî Edene, Mêrsîn, Osmaniye, Aydin, Manîsa, Îzmîr, Antalya, Yalova, Gebze, Bûrsa û Stenbololê şahiyên jinan bên lidarxistin. Her wiha li gelek navçe û gundan jî hevdîtînên jinan dê bên organîzekirin.

‘Wê li kolanan standên 8'ê Adarê bên danîn’

Her wiha di nava hefteya 8'ê Adarê de jî panel, semîner, bernameyên perwerdey0ê, bernameyên guhdarkirina muzîkê û şano dê hebin. Li kolanan standên 8'ê Adarê bên danîn. Broşurên 8'ê Adarê dê li taxan bên belavkirin û civînên taxan bên lidarxistin. Ji bo piştevaniya bi girtiyên siyasî yên jin re bernameyên cuda dê bên lidarxistin. Serdanên dayikên girtiyan ên ku çalakiya Nobeta Edaletê didomînin dê bên kirin. Dê li buroyên hilbijartinê, der barê hilbijartin û rêvêberiyên bajaran de civînên jinan bên lidarxistin.

Çarçoveya çalakiyên TJA’yê wiha ye;

Heta 8'ê Adarê her qad dê bi rengê jinê were xemilandin, çalakî werin lidarxistin.

Di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de dê dengê jinên ku hatine qetilkirin were bihîstin, jinên ku lêdan xwarine, bi mobîngê re rûbirû mane û dîl hatine girtin. Em ê bibin tayek porê jinên ku li Îranê hatine darvekirin û ji bo azadiyê li ber xwe dane

Em ê li dijî polîtîkayên şerê taybet her dem di nav berxwedanê de bin

Em ê li qadan daxwazên girtiyên jin ên li dijî tecrîdê, ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û ji bo çareseriya pirsgirêk Kurd di greva birçîbûnê de ne, bînin ziman. Em ê daxwazên çalakvanên Nobeda Edaletê ya li dijî bêhiqûqî û neheqiyê hatiye destpêkirin bînin ziman.

Di nav hefteya 8'ê Adarê de ji bo têkoşîna gerdûnî wek TJA, li dijî şerê ku ji hêla îqtîdarên mêr ve hatine destpêkirin bi jinên din re di nava piştevaniyê de bin. Em ê bi jinên Filistînî, Ukraynayî, Îranî, Efgan, Efrîqayî, Bellucî û Ermenî re di nav piştevaniyê de bin.

Bi wesîleya 8'ê Adarê; Em ê xeta netewperest, paşverû, olperest, faşîst teşhîr bikin û têkoşîna xwe ya li hemberî vê zîhniyetê careke din derxin pêş.

Bijî 8'ê Adarê, Bijî têkoşîn û hêza me ya piştevaniyê.

Jin jiyan azadî."