Kongra Star li Til Temîrê der barê 8’ê Adarê de semînerek da

Bi nêzîkbûna 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê re, xebat û çalakiyan dest pê kirin. Kongra Star a navçeya Til Temirê li xeta agir der barê 8'ê Adarê de semînerek da.

Hesekê - Di bin dirûşma "Bi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin" Platforma Rêxistin û Tevgerên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, îro bernameya rêzeçalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê eşkere kir.

Bi vê helwestê Kongra Star li navçeya Til Temira Kantona Cizîrê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li gundê Silmasa ê ku dikeve rojavayê Til Temirê, semînerek da.

'Ji bo wekheviyê têkoşîneke girseyî didome'

Semînerê bi pirsa di 8'ê Adarê de çi qewimî dest pê kir û bi gotinên:"Newekheviya ku di maf û heqdestê jin û mêr de çêbû, hişt ku jin serhildanê li dar bixin. Di sala 1857'an de nêzî 40 hezar karkerên jin ên li kargeheke tekstîlê ya li New Yorka DYA’yê ji bo di şert û mercên baştir de bixebitin dest bi grevê kirin. Şewata ku di febrîqeya navborî de dema jin di hundir de girtî bûn derket bû sedema komkujiyê.  Ji ber barîkatên li ber kargehê hatine danîn nekarîn xwe ji şewatê rizgar bikin di encamê de 120 karkerên jin jiyana xwe ji dest dan. Bi saya  jinên ku ji bo mafê xwe tekoşiyan heta roja îro serhildan bênavber û bi awayekî girseyî didome " behsa dîrokçeya 8’ê Adarê hat kirin.

'Ocalan bi analîzên xwe bîrdoziya azadiyê diyarî hemû jinan kir'

Her wiha di semînerê de bal hat kişandin ser têkoşîna tevgera azadiyê, rêxistin û tevgerên jinan ên ku di serdema 21’ê de derketin û berê şoreş û daxwazên jinan di bin dirûşma "Jin jiyan azadî" diyar kirin û wiha hat gotin: "Şoreşa jinan a bi têkoşîna 8’ê Adarê didome, veguheriye şoreşeke cîhanî. Rêber Abdullah Ocalan jî di sala 1998’an de bîrdoziya azadiya jinan pêşkêşî jinan kir. Şoreşger Sema Yuce jî bi agirê bedena xwe û çalakiya fedayî ji jinan re bû ronahiya xilasiya ji tarîtiyê."