Şêniyên Mexmûrê: Divê demildest em agahiyek ji Rêbertiya xwe bigirin

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û erdheja ku li Gemlîka Bursayê rû dayî de meşek girseyî lidarxistin.

Mexmûr - Şêniyên wargeha penaberan a Mexmûrê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û du erdhejên ku dinava hefteyekê de li Gemlîka Bursayê rû da meşek girseyî lidarxistin. Şêniyên wargeha Mexmûrê ji 7 heta 70 salî ji bo ronîkirina rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hêrseke mezin daketin qadan. Meş li ber deriyê Saziya Malbatên Şehîdan destpêkir heya parka Şehîd Aryen Cudî berdewam kir. Di meşê de bênavber dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’û ‘Kesek Nikare Roja Me Tarî Ke’ hatin berzkirin. Beriya ku daxuyanî were dayîn ji bo tevayî cangoriy azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Endama Tevgera Jinên Ciwan Viyan Budak axivî.

‘Em ji rewşa Rêbertî bi gumanin’

Viyan Budak diyar kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wek gel û ciwan wê têkoşînê hîn zêdetir xurt bikin û got: “Ev 25 sal derbas dibe Rêbertî di girava Îmralî de dîl hatiye girtin û sê salin jî bi tu awayî agahî jê nayê girtin. Dinava hefteyekê de du erdhej li Gemlîka Bursayê rû dide û em ji vê rewşê metirsîdarin. Em dixwazin di demek zûtirîn de agahiyek ji Rêbertî bigirin. Ne parêzer ne jî malbat bi tu şêweyî nikarin hevdîtinê bi Rêbertî re pêkbînin. Wek gel û ciwan çi çalakî pêwîst bike emê pêkbînin. Ji bo ku fikir felsefeya Rêber Apo li cîhanê belav nebe çi cure êrişên qirêj hene li ser Rêbertî didin meşandin.”

Viyan Budak di dawiya axaftina xwe de biryardariya ciwanan anî ser ziman û diyar kir ku wek ciwan çi erk û berpirsyartiyên ku dikevin ser milê wan ewê pêkbînin û bang li ciwanan kir li kuderê dibe bila bibe divê çalakiyên bi bandor bidin meşandin.

Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.