‘Bi êrişên li ser goristanan pîvanên mirovî binpê dikin'

Malbatên ku koçî wargeha Serdem a Ehdasa kantona Şehbayê bûne avakirina avahiyan li şûna goristanên pakrewanan li Efrîna dagirkirî şermezar kirin û gotin: "Bi êrişên li ser goristanan pîvanên mirovî tê binpêkirin.”

HESNA MIHEMED

Şehba- Piştî dewleta Tirk herêma Efrînê di 18'ê Adara 2018'an de dagir kir, kiryar û binpêkirinên li ser xweza, dîrok û çanda Efrînê meşand her wiha gelê ku li wê deverê maye roj bi roj rastî, revandin, îşkencekirin, destavêtinê tê. Li Efrînê 3 goristanên pakrewanên azadiyê hene, goristana Şehît Seydo li navçeya Cindirêsê, Şehît Metîna ya li navçeya Şera û Şehît Avêsta ya li navenda bajarê Efrînê di Berxwedana Serdemê de hatin avakirin. Piştî ku Efrîn hat dagirkirin ev goristan bûn hedefên êrîşên dagirkeriyê û hatin rûxandin. Dewleta Tirk û çeteyên wê li şûna goristanên pakrewanên azadiyê avahiyan çêdikin û wan tune dikin, her wiha li şûna goristana Ş. Avêsta jî sûka pez vekirine, hemû pîvan û zagonên cîhanî li Efrînê tên binpêkirin.

Der barê rûxandina goristanan li Efrîna dagirkirî û avakirina avahiyan li şûna wan, malbatên şehîdan ên li warên koçberiyê û li wargeha Serdem a navçeya Ehdasa Şehbayê berxwedana xwe didomînin û wêrankirina goristanan şermezar kirin.

'Em ê vegerin Efrînê û goristanên xwe ava bikin'

Dayika pakrewan Destîna Efrîn, Edûlê Ehmed rûxandin û wêrankirina goristanên zarokên xwe li Efrînê şermezar kir û got: "Ev bû 6 sal in em li wargehên koçberiyê berxwedana xwe berdewam dikin. Piştî Efrînê hat dagirkirin dewleta tirk hemû pîvanên exlaqî binpê dike. Hemû cihên dîrokî û şûnwarî rûxand. Herî dawî jî dest avêt goristanên pakrewanan û li şûna wan avahiyan çêdike. Bi vê yekê dixwaze demografiya herêmê bide guhertin, niha bi hestiyên miriyan re şer dike. Li cîhanê qedexe ye ku goristanên pakrewanan û kesên jiyana xwe ji dest dane bên rûxandin û wêrankirin. Erdogan qaşo bi navê îslamiyetê hereket dike lê hemû rêgezên îslamî binpê dike. Em ê vegerin Efrînê û goristanên xwe careke di nava bikin û ji nû ve çêbikin, ji ber ku em li ser xeta pakrewanên xwe dimeşin."

'Em ê xeta pakrewanên xwe bişopînin'

Xwişka pakrewan Canda Cûdî, Fatimê Mihemed jî diyar kir ku wê her dem li ser xeta pakrewanên xwe bin û tu carî Erdogan nikare bi rûxandina goristanan vîna wan bişkîne û wiha got: "Ji ber dagirkeriya dewleta tirk em ji cih û warên xwe koçber bûne, em ê heya dawiya jiyana xwe berxwedana xwe bidomînin. Li Efrînê dewleta tirk dest davêje ser nirxên me û gorên pakrewanên me wêran dike. Li şûna wan avahî û sûkên pez ava dikin. Em tu carî vê yekê qebûl nakin. Em ê xwedî li ax û pakrewanên xwe derkevin."