Li girtîgeha Evînê Nesrîn Javadî ji xizmetên tendirustiyê bêpar tê hiştin

Tevî ku rewşa tenduristiyê ya parêzvana mafên kedkaran Nesrîn Khezrî Javadî (Azam) ku li girtîgeha Êvînê tê girtin her diçe xerab dibe jî wê nabin nexweşxaneyê û ji xizmetên tenduristiyê bêpar e.

Navenda Nûçeyan- Tevî ku rewşa tenduristiyê ya parêzvana mafên kedkaran Nesrîn Khezrî Javadî (Azam) ku li girtîgeha Êvînê tê girtin her ku diçe xerab dibe jî ji xizmetên tenduristiyê bêpar e û çûyîna wê ya nexweşxaneyê tê astengkirin.

Nesrîn Javadî ku osteoporoz jî di nav de gelek nexweşiyên wê hene, ji bo tedawiya xwe li derve bibîne, daxwaza berdana ji bo demekê ji girtîgehê hat kirin; lê ev daxwaz ji aliyê rayedarên girtîgehê ve hat redkirin û Nesrîn Javadî ji mafê xwe yê dermankirinê bêpar ma.

Çi qewimîbû?

Parêzvana mafên kedkaran, endama Sendîkaya Karkerên Azad ên Îranê (FUIW) endama desteya damezrîner a Encumena Kar a Teqawîdên Ewlehiya Civakî û karkera berê ya Şîrketa Belavkirina Tibî Nesrîn Javadî ya Îranî, cara ewil di 1’ê Gulana 2019’an de di dema tevlibûna civînek de hat girtin. Piştre di 29’ê Gulana 2019’an de ji girtîgeha Qarchakê hate berdan.

Nesrîn Javadî, di Tebaxa 2019’an de careke din ji aliyê Şaxa 26’an Dadgeha Şoreşê ve bi îdiaya "komkirin û komploya li dijî ewlekariya welat", "xerakirina aramî û aramiya giştî" û "propagandaya rêxistinê" 7 sal cezayê girtîgehê û 74 qamçiyan lê hat birîn.

Di sala 2022’an de ji bo cezayê girtîgehê yê 5 salan, ji Dadgeha Medenî û Şoreşê ya Tahranê bangî wî  kirin. Di 2’ê Tîrmeha 2022’an de, ji bo cezaya xwe sewqî Girtîgeha Êvînê hat kirin.