'Binpêkirina mafan a li girtîgehan bandora tecrîda li Îmraliyê ye'

OHD û MED TUHAD-FED'ê "Rapora Binpêkirina Mafên Girtîgehan ya 2022-2023" eşkere kirin. Di raporê de hat destnîşankirin ku binpêkirinên mafan û zextên li girtîgehan bandora tecrîda li Îmraliyê tê meşandin e.

Navenda Nûçeyan-Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) “Rapora Binpêkirinên Mafan ên li Girtîgehan a Sala 2022-2024’an” bi civîna çapemeniyê aşkere kir. Hevserokên Giştî yên OHD’ê û rêveberiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Dîlokê tev li civîna ku li avahiya Şaxa ÎHD’a Dîlokê hate lidarxistin bûn. 

Endamê Sekreterya Komîsyona Girtîgehan a Navenda Giştî ya OHD’ê Firat li ser navê komele û federasyonê rapora ku giliyên malbatên girtiyan û girtiyên li 91 girtîgehan tên ragirtin tê de cih digirin xwend. Taşkin, qala binpêkirinên mafan ên girtî di serdanan de pê re rûbirû dimînin kir û diyar kir ku li girtîgehên Tirkiyeyê demekî dirêj e ji ber polîtîkayên tecrîdê girtî bi gelek binpêkirinên mafan re rûbirû dimîne. 

Girtî di çalakiya greva birçîbûnê de ne

Taşkin bal kişand ku ji 25’ê adara 2021’an ve ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind tên ragirtin agahî nayê girtin û da zanîn ku li 91 girtîgehan hezar û 997 girtî tev li çalakiya greva birçîbûnê ya di 27’ê mijdara 2023’yan de hatiye destpêkirin bûne. Taşkin, destnîşan kir ku ji 4’ê Nîsanê ve çalakiya greva birçîbûnê derbasî qonaxeke nû bû. 

 'Rêbaza li dijî girtiyan'

Taşkin, destnîşan kir ku girtin û zextên li dijî mûxalîfan zêde bûne û ji ber girtinan hejmara girtiyan bi ser kapasîteya girtîgehan ketiye. Taşkin, bi lêv kir ku qanûnên înfazê yên ji bo kêmkirina kapasîteyê tên çêkirin li dijî ‘rêgeza wekheviyê’ ne û wiha got: “Ev qanûn bi hin cureyên sûcan ve hatine sînordarkirin û girtiyên siyasî yên li girtîgehê di çarçoveya sûcên rêxistinî de tên ragirtin derveyî van qanûnan tên hiştin. Îşkence, mûemaleyên dermirovî û nebaş ne tenê li dijî girtiyên siyasî li dijî girtiyên edlî yên mûameleyên dermirovî qebûl nekin jî weke rêbazekê tên kirin.”

'Tecrîd mînaka herî berbiçav a binpêkirinê ye'

Taşkin, bi bîr xist ku rewşa tecrîda li Îmraliyê tê pêkanîn mînaka herî şênber a binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin e û wiha domand: “Li girtîgehan, ku yek ji wan cihên ku herî zêde binpêkirina mafên mirovan lê tê jiyîn; tê dîtin ku ji şert û mercên fîzîkî yên girtiyan heta pêkanîna rejîma înfazê ya giran, ku hewl tê dayîn bê asayîkirin; ji civakbûna girtiyan a di navbera xwe de bigire heta azadiya ramanê û peydakirina mafê ziyareta malbatê bi berfirehî û sîstematîk tê binpêkirin û girtî bi cezayên keyfî û disîplînê yên bêhiqûqî re rûbirû dimînin. 

Tevî ku salên dirêj in mafên hevdîtinê yên birêz Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin ên bi parêzer û malbatên xwe re bi awayekî li dijî hiqûqa mafên mirovan tê binpêkirin, Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya Ewropayê di navbera 13 û 22’yê sibata 2024’an bi armanceke taybet serdana Tirkiyeyê kiriye lê bi aşkerenekirina rapora xwe diyar kiriye ku li ser şopa Tirkiyeyê ye.”

 'Em bang li her kesî dikin ku bi berpirsyar tev bi berpirsiyar tevbigerin’

Taşkin, diyar kir ku li girtîgehan mafê xwegihandina tenduristiyê ya girtiyên nexweş hatiye astengkirin û destnîşan kirin ku bi taybetî bi pêkanînên mafê jiyanê yê girtiyên nexweşên giran binpê dikin tê astengkirin. 

Taşkin, destnîşan kir ku berdanên bi şert ji aliyê rêveberiyên girtîgehê û Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ve bi awayekî keyfî tên astengkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tê dîtin ku bi nirxandinên binpêkirina mafê ewlehiya qanûnî re bi pêvajoyên keyfî yên îdarî re daxwazên berdana bişert gelek caran tên redkirin. Têgeha ‘di rewşeke baş de ye’ ku rast e rast bandorê li azadiya kes û mafê wî yê ewlehiyê dike ji biryarên keyfî yên rayedarên girtîgehê re hatiye hiştin. Girtiyên ku bi awayekî dijhiqûqî mafê berdana wan a bi şert bi biryaran tên astengkirin divê demildest bên berdan. Em diyar dikin ku em ê binpêkirinên li girtîgehan bişopînin û ji bo ku di zûtirîn demê de dawî li binpêkirinên mafan were em bang li her kesî dikin ku berpirsyar bin.”