Li Qamişlo û Şehbayê pêşhilbijartinên namzetên jin ên hevşaredariyan

Kongra Star a bajarê Qamişlo û Kongra Star Efrîn-Şehba ji bo diyarkirina namzetên xwe yên hilbijartina şaredariyan a wê di 30’ê Gulanê de pêk were dest bi pêşhilbijartinên namzetên jin ên hilbijartina şaredariyan kir.

Navenda Nûçeyan – Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê da diyarkirin ku di 30’ê gulana 2024’an de dê hilbijartinên şaredariyan pêk werin. Di 17’ê Nîsanê de Rêxistina Kongra Star, Kombûna Jinan a Zenûbiya û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) tifaqa xwe ji bo hilbijartinên şaredariyan bi daxuyaniyekê ragihandin. Li Qamişlo û Şehbayê pêşhilbijartinên namzetên jin ên hevşaredariyan destpê kir.

Qamişlo

Îro di 27’ê Nîsanê de bi armanca diyarkirina namzeta jin Kongra Star ya bajarê Qamişlo dest bi pêşhilbijatinên hevşaredariya bajarê Qamişlo kir.

Hilbijartin li 4 navendên li gundê Girbawî li dibistana Hesen Elî Mehmûd, gundê Tenûrî Meclisa Kongra Star yên girêdayî bajarê Qamişlo û li bajarê Qamişlo li Rojhilatî wê taxa enteriyê navenda Kongra Star û li Rojavayî wê li dibistana Mihemed Selîm Xelef pêk tê.

Namzetên jin ên namezeta hevşaredariyê ku beşdarî pêşhilbijartina li Qamişlo bûn wiha ne: Bêrîvan Omer û Hêvî Mihemed Ahmed e.

Pêşhilbijartina ku di demjimêr 9:00’an de destpêkir, seat 17:00’an dê bi dawî bibe. Endamên Kongra Star, Meclisa Malbatê Şehîdan, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Hêza Parastina Civakî berê xwe dan navendên hilbijartinan û dengê xwe didin.

Hilbijartin bi rengekî demokratîk dewam dike  û di seat 18:00’an de encama pêşhilbijartinan were diyar kirin.

Şehba

Kongra Star û Partiya Yekîtiya Demokratîk Efrîn-Şehba dest bi pêşhilbijartinên ên namzetên jin ji bo hilbijartian şaredariyan ku di 30'ê Gulanê de dest pê bike, kirin. Pêşhilbijartin li navçeya Şêrewa Efrîna dagirkirî, navçeya Til Rifet, Ehrez, Ehdas, Fafîn ên kantona Şehbayê û gundewarên wê bi danîna sindoqan dest pêkir. Jin bi îradeya xwe ji vê siharê berê xwe didin cihên sindoqan û dengên xwe didin.

Pêşhilbijartin li Şehbayê ji saet 9:00'an li tevahî deveran dest pêkir û heya saet 5:00'an wê berdewam bike, piştre ji aliyê Koordînasyona Kongra Star ve wê encama dawî ya pêşhilbijartinan eşkere bibe.