Çalakiyên li zanîngehên DYE’yê her diçe zêde dibin

DYE, ji ber piştgiriya xwe ji Îsraîlê re di van rojan de bûye cihê çalakiyên herî mezin. Çalakiyên ku li Zanîngeha Columbiayê li dijî Îsraîl û Bîden dest pê kirin li dehan zanîngehan belav bûn.

Navenda Nûçeyan- Êrişên Îsraîlê ji 7’ê Cotmehê ve li Şerîda Xezayê bênavber didomin. Ji ber ku DYE piştgirî dide êrişan li welat çalakiyên şermezarkirinê her diçe mezintir dibin.

Li kampusa Cîty College ya li Manhattanê du roj in çalakî didomin û cara yekem aktivîst û karkerên ku xwe bi navê "New York Workers" bi nav dikin jî di çalakiyê de cih girtin. Vê rewşa ku çêbûye nîşan dide ku xwendekaran çalakiyên xwe ji zanîngehê belavî nava girseyên gel kirine. Li aliyê din, li dijî çalakiyan helwesta dijwar a polîsan jî di rojevê de ye. Rêveberiya Zanîngeha Colombiayê, biryara perwerdeya ji dûr ve da. Tê zanîn ku tenê li Zanîngeha Californiayê ya li Bakur di çalakiyên ji bo piştgiriya Filistînê de 93 xwendekar hatin binçavkirin.

Polîsan bi gaza îsote û çeka elektroşokê êrişê xwendekaran kirin.