DFG: Rojnamevanî ne sûc e, nikare were darizandin

DFG ku bertek nîşanî girtina kedkarên Çapemeniya Azad da, bang li hemû rêxistinên pîşeyî û raya giştî kir ku ji bo parastina mafê agahîgirtinê û rojnamevaniyê bi hev re têbikoşin.

Navenda Nûçeyan – Di 23’yê nîsanê de bi serdangirtinên malan ên li Stenbol, Enqere û Rihayê hatin kirin de nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal û Mehmet Aslan, xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Enes Sezgîn û kedkarên Çapemeniya Azad Saliha Aras, Yeşîm Alici, Beste Argat Balci, Şîrîn Ermîş û Erdogan Alayûmat û nûçegihanê MA’yê yê berê Dogan Kaynak hatibûn binçavkirin.

Rojnamevan Enes Sezgîn, Salîha Aras, Yeşîm Alici, Beste Argat Balci û Şîrîn Ermîş ên karûbarên wan ên midûriyeta polîsan bi dawî bûn duh sewqî Edliyeya Stenbolê hatin kirin û bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal, Mehmet Aslan û rojnamevan Erdogan Alayûmat piştî karûbarên wan ên dadgeriyê yên heta nîvê şevê berdewam kirin hatin girtin û şandin girtîgehê.

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) bi daxuyaniya nivîskî ya bi serenavê “Bila hempîşeyên me yên li Stenbolê hatin girtin bên berdan” bertek nîşanî girtina kedkarên Çapemeniya Azad da.

‘Rojnamevantî ne sûc e’

DFG’ê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku hem di îfadeyên dozgeriye hem jî yên dadgehê de nûçe û hevpeyvînên ku rojnamevanan çêkirine hatin pirsîn û wiha got: “Hemû nûçeyên rojnamevanan ên têkildarî pirsgirêka kurd, şer, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku rojevên bingehîn ên vî welatî ne, hewl hate dayîn weke sûc bên nîşandan. Em bi bîr dixin ku pirsgirêka kurd û tecrîd yek ji rojevên bingehîn ên vî welatî ne û çêkirina nûçeyan a rojnamevanan a derbarê vê yekê de ne sûc e. Peywîra nûçegihanan nûçe çêkirin e û bi nûçeyên xwe civakê agahdarkin e. Her nûçeyên ku di dosyaya lêpirsînê de cih digirin û hewl didin bi ‘endametiya rêxistinê’ re têkildar bin, nûçeyên bi armanca agahdarkirinê li gorî berjewendiya civakê hatine çêkirin e.”

‘Rojnamevan dibin hedef’

DFG’ê destnîşan kir ku desthilat bi salan e rojnamevanên di serî de pirsgirêka kurd têkildarî her rojeva ku li Tirkiyeyê veguheriye birîneke nekewandî de nûçeyan çêdikin hedef digire û wiha domand: “Em careke din bi bîr dixin ku çareseriya hikûmeta ku hewl dide bi sansûr, lêpirsîn, astengkirin, doz û girtinan rojnamevanan bêdeng bike, ne girtina rojnamegeran e. Ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêkan, astengiyên li pêşiya azadiya çapemenî û îfadeyê rakin û darizandina rojnamevaniyê rawestînin.”

 ‘Divê hevpîşeyên me demildest bên berdan’

DFG’ê diyar kir ku kevneşopiya Çapemeniya Azad a ku zêdetirî 30 salan e di bin pêşengiya rojnamegerên kurd de li hemberî tu astengiyekê ranewestiyaye, bêdeng nemaye û gavek bi paş ve neavêtiye û ev tişt gotin: “Di zextên ji sala 2022’yan ve zêde bûne de nêzî 40 rojnamevan hatin girtin, darizandin lê dest ji karê xwe bernedan. Di operasyona dawî de jî dê rewşeke ku were guhertin nebe. Rojnamevanên kurd dê ya ku neyê dîtin bidin nîşandan û ya nayê bihîstin bidin bihîstin. Em careke din dibêjin ku hempîşeyên me yên hatine girtin rojnamevan in û divê demildest bên berdan. Her wiha em bang li hemû rêxistinên pîşeyî û raya giştî dikin ku ji bo parastina mafê agahîgirtinê û rojnamevaniyê bi hev re têbikoşin. Rojnamevanî ne sûc e, nikare were darizandin.”