Hevşaredara Pasûrê: Em ê ji nû ve deng û rengê jinan serwer bikin

Li navçeya Pasûra ku saziyên jin û ciwanan ji aliyê qeyûm ve dewrî qeymeqamtiyê hatine kirin, karê serekê yê hevşarederên DEM Partiyê yên tevî veguhestina hilbijêran jî hilbijartinên şaredariyê qezenc kirin ew e ku ji nû ve saziyên jinan vekin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Li navçeya Pasûrê ya Amedê ku di hilbijartinên xwecihî de nêzî 2 hezar û 100 leşker û polîs hatin, gel bi ferqeke mezin a dengan re şaredariya xwe paşde girtin. Di dîmenên roja hilbijartinê belavî raya giştî bûn de hate dîtin ku leşker û polîsên ku hatine vehestin bi awayekî kom dengên xwe bikartînin, gelê ku vê pêkanînê qebûl nekir polîtîkaya hilbijêrin vugehistî jî vala derxist. Hevşaredarên ku bi gelê re ketin şaredariya ku paşde girtin, ji bo xizmeta gel dest bi karkirin. Hevşaredar Fatma Ay, da zanîn yekane saziya jinan a li navçeyê jî dewrî Qeymeqamtiyê hatiye kirin û wiha got: “Em ê ji nû ve deng û rengê jinan serwer bikin.”

Ji bo şaredariyê saziyek jî nehiştin!

Li navçeyê Navenda Îstîhdam û Jiyanê ya Jinan û Navenda Çand û Hunerê ya Ciwanan di pêvajoya şaredariya HDP’ê de hatin çêkirin dewrî qeymeqamtiyê hatin kirin. Saziyek ku hem ji aliyê derûnî û hem jî hiqûqî ve piştgiriyê bidin jinan tune ne. Fatma Ay, diyar kir ku di heyama borî de dema dest bi xebatên ji bo saziya jinan kirin, qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin û da zanîn ku di vê heyamê de li navendê saziyek nû ya jinan vekirin û hem di aliyê derûnî û hem jî hiqûqî de piştgirî bidin jinan.

Fatma Ay, da zanîn bi awayekî hûrgilî deynên şaredariyê lêkolîn dikin û heta niha nêzî 40 milyon deyn hatiye tesbîtkirin û bal kişand ku di heyama 8 salan de ji aliyê qeyûman ve tu xizmet nehatiye dayîn. Fatma Ay, diyar kir her du saziyên di heyama HDP'ê de hatine avakirin û hewza melavanî ya şaredariya Bajarê Mezin çêkir dewrî saziyên dewletê kirine û projeyên ku wê ji niha û pê ve li navçeyê pêk bînin, ji ajansa me re vegot.

'Gel rûmeta xwe parast'

Fatma Ay, balkişand ku di vê heyamê de ne li gund û ne jî li navendê tu xizmet nehatiye kirin û da zanîn ku xebatên li navenda çand û jinan ên qeyûm pêsna xwe dida jî projeyên wan bi xwe ne. Fatma Ay, da zanîn ku piştî îradeya gel a li ser sindoqan, şaredariyên xwe paşve girtine û der barê hilbijartinê de ev nirxandin kir: “Tevî ku hejmarek zêde veguhestina dengan anîn vir jî gel xwedî li dengên xwe derket. Gelê ku roja hilbijartinê dengdayîna bi kom dît, hem ji bo îradeya xwe û hem jî rûmeta xwedî li sindoqan derketin û çû ser sindoqan. Li gorî hesabek 2 hezar hilbijêr vugehestin lê hem bi keda me û hem jî îradeya gel ev lêyistok pûç bû. Ez dikarim bibêjim gel bi xwedîderektina îradeya hem li ber xwe û hem jî bi ser ket.”

‘Em ê xebatên ji bo jinan ji cihê mayî bidomînin’

Fatma Ay a diyar kir ku li navçeyê di pêvajoya berê de têkildarî jinan tu xebat nehat meşandin, tu qad nehat vekirin û wiha axivî: “Destpêkê emê ji bo paşde girtina navenda îstîhdamê ya jinan pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin. Em armanc dikin ji bo bibin hêza çareseriya pirsgirêkên jinên li navçeyê, saziyek jinan avabikin. Piştre em armanc dikin ji bo ciwanan hem ji bo îstîhdam hem çand û hem jî werzîşê navendek avabikin. Ev projeyên me ne. Helbet gava me ya ewil wê ji bo jinan be. Em ê ji nû ve deng û rengê jinan serwer bikin. Em ji bo bibin navnîşana çareseriya pirsgirêkên jinan gavan girîng bavêjin.”

'Em bi feraseta rêveberiya xwecihî li vir in’

Fatma Ay, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em ji bo di qadê de xizmeta gelê xwe bikin li vir in. Em ê di vê heyamê de vê yekê bikin. Em ê bi guhdarkirina daxwaz û hêviyên gelê navçeyê xebatên xwe bimeşînin. Em bi feraseta rêveberiya xwecihî li vir in.”