Dayikên Şemiyê ji bo Nurettîn Yedîgol edalet xwestin

Dayikên Şemiyê, aqûbeta Nûrettîn Yedîgol ê beriya 43 salan di bin çavan de hat windakirin pirsîn û diyar kirin ku dest ji daxwaza edaletê bernedin.

Stenbol - Dayikên/Mirovên Şemiyê bi daxwaza aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin û faîl bên darizandin, di çalakiya xwe ya hefteya 996’an de li Qada Galatasarayê hatin ba hev.

Parazvanên mafên mirovan, Seroka Komeleya Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) Roza Metîna, nûnerên Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) tevli hefteya 996’emîn a çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Nûrettîn Yedîgol ê piştî di 10’ê Nîsana 1981’ê de bi serdegirtina malê ya li Îdealtepeya Stenbolê hat binçavkirin û windakirin hat pirsîn.

Nûnerê TÎHV’ê yê Stenbolê Umît Efe yê daxuyaniya çapemeniyê xwend, diyar kir ku darizandina faîlan di berpirsyariya meqamên edlî de ye.

Umît Efe yê çîroka Yedîgol vegot, diyar kir ku çend sal derbas bibin jî dê dest ji daxwaza edaletê bernedin û bi bîr bixin ku dewlet neçar e li gor3ı normên hiqûqa gerdûnî tevbigere.

Çalakî, bi danîna qurnefîlan li Qada Galatasarayê bi dawî bû.