‘Serdana Erdogan ji bo destdirêjiya li ser xaka Kurdistanê ye’

Mamoste û çalakvan Raz Qadir derbarê serdana Erdogan û dialiqandina ala Tirk li Hewlêrê nirxand û got:” Serdana Erdogan û daliqandina ala dewleta tirk li Hewlêrê ji bo berdewamiya êrîş û destdirêjiya li ser xaka Kurdistanê ye.”

NÎHAYET EHMED

Silêmanî - Li bajarê Hewlêrê ya başûrê Kurdistanê di 22’ê Nîsanê de ji bo pêşwazîkirina serokkomarê dewleta Tirk ala Tirk li kelaha dîrokî ya Hewlêr hat daliqandin. Daliqandina ala dewleta Tirk ji aliyê gelê Başûrê Kurdistanê ve hat şermezarkirin û bû sedema nerazîbûnan.

Mamoste û çalakvan Raz Qadir der barê hatina serokkomarê dewleta Tir Recep Tayîp Erdogan de axivî û bertek nîşanî daliqandina ala dewleta Tirk li ser keleha Hewlêrê da. Raz Qadir diyar kir ku dewleta Tirk ji derveyî siyaseta ku li hemberî Kurdistanê dimeşîne niha dixwaze bi serdanên wiha daxwazên xwe yên siyasî bi dest bixe û got: “Serdana Erdogan û daliqandina ala dewleta Tirk li Hewlêrê ji bo berdewamiya êrîş û destdirêjiya li ser xaka Kurdistanê ye. Serokên welatên din serdana herêma Kurdistanê kirin lê belê bi vî awayê nehatin pêşwazîkirin. Ji ber wê jî ev serdan û daliqanda alê ji bo hemû Kurdan cihê pirsyariyê ye. Dewleta tirk dixwaze başûr dagir bike, bixe perçeyek ji Tirkiyeyê. Desthilatdarên başûrê Kurdistanê jî ji bo mayîndekirina desthilatdariya xwe hevkariya dewleta Tirk dikin.”

‘Divê dewleta Tirk êrişên xwe rawestîne’

Raz Qadir da zanîn ku li dijî êrişên li ser Kurdan dengê gel û aliyên siyasî gelek girîng e û wiha pê de çû: “Ev jî bandora guherînê li ser rewşa welat çêdike, li gel wê jî dengên baş û bi bandor zêde ye. Lê belê li dijî dagirkeriyê bi hev re nikarin dengê xwe derbixin. Divê hikumeta herêmê di demeke nêz de, bi taybetî jî welatên cîran êrişên dewleta Tirk bidin rawestandin. Divê hikumeta Kurdistanê sînorek ji bo topbaranê dayne û êdî van êrîşan qebûl neke.”

‘Perwerde bingeha hemû tiştan e’

Raz Qadir der barê bandora perwerdeyê wiha an ser ziman: “Perwerde bingeha hemû tiştên ku li welat rû didin e. Weke kevneşopî ev çend sal in perwerde bi plan tê paşxistin. Tu girîngiyê nadin perwerdeyê, dixwazin nifşeke ku der barê daxwaz û mafên xwe de nezan e ava bikin û wan wisa bêdeng bikin. Ji ber wê divê em bi riya perwerdeyê nifşeke wisa ava bikin ku newekheviyê qebûl neke.”

‘Jin di warê guherînê de bi bandor in’

Raz Qadir wiha bi dawî kir: "Di guhertina siyasî û fakturên cuda de rol û banadora jinan di salên borî de zêdetir e. Lê belê niha desthilatdar jinan dûr dixin û dixwazin jinê bixin di nava çarçoveya malê de. Ev hemû ji ber tirsa ji hêza jinan e, ji ber ku jin bi hevdeng dikarin bi hêzeke zêde bandorê li mijarên siyasî, aştî û yekrêziya welat bikin. Divê jin dengê xwe bikin yek, ji ber ku bandorek zêde ya jinan di guherîna rewşa hemû aliyan de heye.”