Li Efrînê 2 xwişk hatin revandin

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, çeteyên girêdayî dewleta Tirk li Efrînê 2 xwişk revandin.

Navenda Nûçeyan - Sûriye Li gorî agahiyên ku Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê dispêre çavkaniyên heremî, "Polîsên Sivîl" ên girêdayî dewleta Tirk ji gundê Goliya Jorîn a girêdayî navçeya Raco ya Efrînê 2 jinên bi navê Henîfe Silêman Silêman (20) û Zeyneb Silêman Silêman (21) revand.

Hat diyarkirin ku xwişk bi hinceta ku bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re dixebitin hatine revandin.

Hate hînbûn ku piştî ku Efrîn di sala 2018’an de ji aliyê dewleta Tirk ve hate dagirkirin, çeteyên Hemzat ên gundê Goliya Jorîn kontrol kiribûn, heman xwişk bi îdiayên bi heman rengî revandine. Xwişkên hatin revandin wê demê 15 û 16 salî bûn. Çeteyan piştî ku malbatê berdêl da xwişk hatibûn berdan. Heta niha çarenivîsa xwişkan ne diyar e.