Li Şengalê xwendina paraznameyên Abdullah Ocalan didome

Li tevahiya Şengalê di çarçoveya pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî ji Şengalê re Xweserî’ ku ji aliyê Rêveberiya Xweser a Şengalê ve hatiye destpêkirin bi xwendina pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û nîqaşan berdevam dike.

Şengal - Roja 21’ê Çileyê bi dirûşma ‘Parêznameyên min li ku derê bin, ez li wir im’ pêngava xwendina pirtûk û parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat destpêkirin. Îro li gundê Bîrcarî yê herêma sînorî ya Şengalê civîn hat lidarxistin û parêznameya şaristaniya demokratîk hat xwendin û nîqaşkirin. Civîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo hemû cangoriyan ji aliyê endama Meclisa Jinên Ereb, rêveberên Meclisa Gel a herêma Ereban hat birêvebirin. Di civînê de parêznameya şaristaniya demokratîk ji aliyê endama rêveberiya meclisa jinên Ereb Fatma Fêsel ve hat xwendin û piştre nîqaş li ser hatin meşandin.

Jinên ku beşdarî civînê bûn dan diyarkirin ku ew ê hefteyekê pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bixwînin û li ser nîqaşan bikin. Her wiha dan zanîn ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ji nan û avê girîngtir e û diyar kirin ku wan bi saya fikrên Abdulah Ocalan xwe nas kirine û di civaka xwe de bûne pêşeng. Her wiha dan zanîn ku heta fîzîkî azadiya wi ew ê têkoşîna xwe berdewam bikin.

‘Gel bi analîzên Rêber Apo şiyar bûn’

Endama Meclisa Jinên Ereb Nof Şerabî da zanîn ku ew hewl didin fikrên ji felsefeya Rêber Apo girtine bi her kesê re parve bikin û wiha got: “Civîna me ji bo Rêber Apo ye. Ger îro em weke civaka Ereb û ya Êzidî bi hev re rûdinên û civînan çêdikin bi saya Rêber Apo ye. Em weke jin û mêr di cîvînan de bi hev re rûdinên û nîqaş dikin bi saya fikrên Rêber Apo ye. Ev 3 sal in ku agahî jê nayê girtin. Di nava hefteyekê de em hewl didin nêrînên ku me ji fikrên rêber Apo girtine bidin û bixwînin. Me azadî û jiyana wekhev û bi hev re jiyana gelan bi saya fikrên wî nas kir. Em pir paşketî bûn, em tiştek nizanibûn. Lê bi fikir û felsefe û pirtûkên Rêber Apo me xwe nas kir. Azadiya jinên Ereb pêşkêşî wan kir. Em ji hemû dewletên Ereb dixwazin ku dengê xwe bikin yek ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û em hêvî ji xweda dikin, di demek nêz de em azadiya wî ya fîzîkî bibînin.”

‘Em weke civaka Ereb azadiya Rêber Apo dixwazin’

Iwêşe Remezan jî da zanîn ku ew azadiya Abdulah Ocalan di demek nêz de dixwazin û wiha got: “Îro civîna me ji bo xwendina Rêber Apo ye. Meclisa Jinan, meclisa giştî û ciwanan bi hev re kom bûne û em pirtûkên rêber Apo dixwînin. Em weke civaka Ereb azadiya rêberê xwe beriya her tiştî dixwazin.”

Civîn bi nîqaş û diyalogên li ser fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû.