Li Îranê li dijî darvekirinan banga bilindkirina têkoşînê

Hemwelatiyên Îranê li dijî biryara davekirina 3 ciwana daketin qadan, şermezar kirin û bang kirin ku li dijî darvekirinan têkoşînê bilind bikin.

Navenda Nûçeyan- Piştî qetilkirina Jîna Emînî serhildana li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ dest pê kir di meha 9’an de berdewam dike. Helwesta gel a li hemberî darvekirinên ku di van demên dawî de zêde bûne berdewam dike. 

3 xwepêşandarên bi navê Saeed Yaqoubî, Saleh Mirhashmî û Majid Kazemî ku der barê wan de biryara darvekirinê hatiye dayîn, di peyama ku bi dest nivîsandin de xwestin her kes li dijî darvekirinê dengê xwe bilind bike. Kesûkarên ku cezayê darvekirinê girtine li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal peyamên bi dîmen parve kirin. Li dijî darvekirinan li Sine, Esfehan û Tehranê di destpêkê de li gelek bajaran çalakiyên şermezarkirinê dest pê kirin.

Li Esfehanê gel heta ber girtîgehê meşiya

Li dijî cezayê darvekirinê gelek hemwelatî li ber deriyê girtîgeha Esfehanê kom bûn. Di dîmenên ku li ser medyaya dîjîtal hatin weşandin de hat dîtin ku hemû riyên diçin girtîgehê ji aliyê polîsên Îranê ve hatine girtin. Polîsên ku ji bo protestoyan asteng bikin rê girtin, ji bo belavkirina wan gule berdan û gaza dijwar bi kar anîn.

Li Sanehê agir hat pêxistin

Li bajarê Sanehê li dijî cezayê darvekirinê li gelek xalên cuda yên bajar xwepêşandêran agir pêxistin û dirûşm berz kirin. Bankaya Tejarat a li kolana Jamî dan ber agir û peyam dan ku agirê şoreşa azadiyê jinan nehatiye vemirandin.

Li gelek bajaran banga têkoşînê

Hemwelatiyên ku li Tahran û Karajê daketin qadan bi dirûşmên “Peyama dawî ya serhildanê, serhildanê bimeşînin”, “Ji komara darvekirinê re mirin” û “Ji dîktator re mirin” berzckirin û biryara darvekirnê şermezar kirin. Xwepêşanderan bal kişandin ser serhildana ku piştî qetilkirina Jîna Emînî ji 25’ê Îlonê ve dane destpêkirin û peyam dan ku dê ev serhildan bidomin.

Li bajarên Varamin, Zanjan û Yasouj hemwelatiyan pankartên hikumetê û di heman demê de alên komara Îslamî ya Îranê şewitandin û cezayên darvekirinê şermezar kirin.