Li Îranê ji bo tepisandina serhildanan cezayê darvekirinê zêde bû

Rayedarên hikumetê ku dixwazin serhildana li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bitepisînin, di van demên dawî de cezayên darvekirinê zêde kirine. Armanca hikumetê di nava mirovan de avakirina tirsê û tepisandina protestoyan in.

Navenda Nûçeyan- Serhildana “Jin Jiyan Azadî” ya li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir ket meha xwe ya 9’an de, rayedarên hikumeta Îranê ev bi mehan e ji bo tepisandina serhildanê rêbazên li dijî mirovan e diceribînin. Li welat cezayên darvekirinê di demên dawî de zêde bûye, di 7 rojên destpêka meha Gulanê de zêdeyî 50 kes hatin darvekirin. 

Hikumeta Îranê ji xwepêşandanên dawî yên gelê Îran û Rojhilatê Kurdistanê ditirse, dema ku nikarin têkoşîna jinan bişkînin, rêbazên weke girtin, îşkence, darvekirin û komkujiyan bi kar tîne û hewl dide têkoşîna gel bitepisîne. Gel jî tirsa ku desthilat bûye sedem ji her demê zêdetir hilweşand û pêxistina agirê têkoşîn û berxwedaniyê berdewam dikin.

Cezayê davekirinê li cîhanê hat ragihandin

Li dijî cezayê darvekirinê li ser medyaya dîjîtal di parvekirinan, sûcên ku rayedaran kirine bi wêne û dîmenan bi heştega “Em hemû bi hev re ne” , “Ji darvekirinê re na” hatin ragihandin. Dayika Îrfan Rezeî Nafaei ku di xwepêşandana de cih girt Farzaneh Barzkar ji bo şermezarkirina înfazan li ser medyaya dîjîtal Îstagramê de wiha got: “Lawê min kuştin, tenê hêviya me piştgiriya we ye, li Îranê  jiyana bi sedan mirovan di metirsiyê de ye. Ji bo pêşî li mirinê bigrin, bi jin, mêr û ciwanan re bi hev re em bibin yek.”

Biryar hat şermezarkirin

Li Rojhilatê Kurdistanê gelek malbatên ku kes û karên wan hatin înfazkirin, li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal wêne û dîmen parve kirin û biryara darvekirinê, şermezar kirin. Di sê mehên dawî de înfazên li hemberî Kurdan zêde bûn û bûn ji sed 34. 3 jê siyasî, 45 dizî, cinayet û madeyên hişbir di serî de weke sedemên giştî, înfazên li hemberî Kurdan piranî li navenda girtîgeha Urmiyeyê hatin pêkanîn.

Di 17 mehan de 565 kes hatin darvekirin

Li gorî parvekirinên çalakvanên mafên mirovan ên li Îranê di navbera salên 2008, 2022 û di destpêka 5 mehên sala 2023’an de darvekirin bi vî awayî ne:

“Di sala 2008’an de piştî darizandinên ne edal, bi îdiayên sûcên madeyên hişbir 8 jê jin, herî kêm 192 jin hatin darvekirin. Du ji wan jî ji sûcên ku tu caran neyên kirin weke ji dîn derketine hatin darvekirin. Meqamên Îranê di sala 2022’a û di 5 mehên destpêka sala 2023’an de bi giştî di nava 17 mehan de 5 jê zarok 565 kes hatin darve kirin.”