Li Îranê di mehekê de piranî Kurd 225 kes hatin girtin

Li Îranê di meha Tîrmehê de zêdeyî 58 Kurd jî di nav de 225 kes hatin girtin.

Navenda Nûçeyan – Li Îranê hat zanîn ku tenê di meha Tîrmehê de herî kêm 225 kes hatin girtin. Dane li gora meha berê wê derket holê rêjeya girtinan ji sedan 34 zêde bûye. 

Li gora zanyariyên ku hatine bi dest xistin, di meha Tîrmehê de ji ên ku hatine girtin herî kêm 131 Kurd û 10 Belucin. Di nava kesên hatin girtin de 29 jin û 7 zarok jî hene. Li welat 16 çalakvanên olî hêjmarek zêde xwendekar û akademisyen jî hatine girtin. Di heman demê de di nav de 8 rojnameger û 7 hunermend jî hene.