Leyla Zana ji doza ku der barê wê de hatibû vekirin beraat kir

Der barê Leyla Zana de bi hinceta ku di dema parlamenteriya xwe ya Agiriyê de li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal parvekirinek kiriye, doz hat vekirin. Leyla Zana di danişîna duh hat dîtin de beraat kir.

Enqere - Di sala 2022’an de li dijî siyasetmedara Kurd Leyla Zana bi hinceta ku di salên 2014-2015’an de dema parlamentera Agiriyê bû, li ser hesabê medyaya dîjîtal X (Twitter) bi hinceta propaganda kiriye, doz hatibû vekirin.

Leyla Zana di rûniştina biryarê ya ku duh li 27’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin de beraet kir.