Ayşegul Dogan ji bo kampanyaya ‘Nan û Edaletê’ banga tevlîbûnê kir

Berdevka DEM’ê Ayşegul Dogan diyar kir ku ew ê kampanyaya “Nan û Edaletê” bidin destpêkirin û bi gotina “Li dijî kesên çavberdane ser kar, debar, azadî, ked û xwêdana me, tevlî kampanyaya me bibin” banga beşdariya kampanyayê kir.

Navenda Nûçeyan – Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan ji bo nirxandina mijarên di rojevê de, li navenda giştî ya partiyê daxuyanî da.

Ayşegul Dogan destpêkê bertek nîşanî êrişên nîjadperest ên li dijî Suriyeyiyan da û got ku ev demekî dirêj e hem îktîdar hem jî muxalefet propagandaya dijbertiya penaberan dike. Ayşegul Dogan, da zanîn ku sedema bûyerên li Tirkiyeyê û Suriyeyê qewimîn îktîdara AKP-MHP’ê ye.

‘Em rûyê dewletê di dosyayê de dibînin’

Ayşegul Dogan bal kişand ser Doza Komkujiya Gar û got: “Mîna di Doza Kobanê de, di Doza Komkujiya Gar a Enqereyê de jî ji bo DAIŞ’ê biryara beraetê hatiye dayîn. Lê belê em di bin her dosyayek ku bi salan e ji holê rakiriye rûyê dewletê dibînin. Rastî nehatin ronîkirin, pênaseya sûc nehat kirin û hemû berpirsyar nehatin cezakirin. Her kes rastiyê dizane, lê edalet wê ne bi zanînê, bi darizandinê pêk were.”

‘Em ne mecbûr in û mehkûm in’

Ayşegul Dogan di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Tişta ku bi rastî divê çêbe ew e ku karker û kedkarên vî welatî ji ber buhabûna jiyanê nebêjin ev der cihê agir e. Li vî welatî karker dişewitin, kedkar dişewitin, yên ku bi ked û xwêdana xwe hewl didin bijîn dişewitin. Di polîtîkayên ku bi milyonan mirovan mehkûmî xizanîyê dike de israr dikin. Pêşeroja gel tê dizîn. Pêşeroja zarok û ciwanan tê tarîkirin. Em dizanin ku ev ne çarenûs e. Û wek Partiya DEM’ê em dibêjin: Em ne mecbûr ne jî mehkûmê şer, rant, talan, gendelî, îstîsmar, birçîbûn, xizanî, bêkarî, tecrîd, mirin, derbe, îşkenceya li girtîgehan, desteserkirina îradeyê, zayendperestî, qetilkirinên jinan, qetlîamên xwezayê û tunekirina ekolojîk ên li ser me tên ferzkirin in.”

Daxuyaniya kampanyayê

Ayşegul Dogan, da zanîn ku ji bo têkoşîna li dijî vê rewşê, ew ê têkoşîna xwe ya azadî, wekhevî, demokrasî û kedê bi kampanyaya “Nan û Edaletê” mezintir bikin. Dogan, bang li her kesî kir ku tevlî kampanyaya wan bibin û wiha domand: “Li dijî kesên çavberdane ser kar, debar, azadî, ked û xwêdana me, tevlî kampanyaya me bibin.”

‘Em bang li mirovên xwedî wijdan ên li Tirkiyeyê dikin’

Ayşegul Dogan, destnîşan kir ku dê starta kampanyaya “Nan û Edaletê” di 19’ê Tîrmehê de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê bi “Mitînga Çandiniyê” bidin û got ku dê di mehên Tîrmeh û Tebaxê de li Mêrsîn, Kocaelî, Îdir, Agirî, Antalya, Manîsa, Stenbol, Hatay, Îzmîr û gelek bajarên din bi kedkaran bên gel hev.

Ayşegul Dogan, di berdewamê de bal kişand ser “Meşa rêzgirtina ji îradeyê re” û got ku ew ji bo her kes rêzê ji îradeya gel re bigirin dimeşin. Dogan, gotina îktîdarê ya “Em ê rêzê ji bo encamên sindoqê bigirin” bi bîr xist û wiha pê de çû: “Lê dema mijar dibe Kurd, çima rêz nayê girtin? Erdogan digot; ‘daraza me ne hiqûq, li gorî qanûnan qeyûm tayîn kir.’ Em careke din jê dipirsin, gelo pênaseya hiqûqa ji bo Kurdan di meriyetê de çi ye? Ma tenê dema Kurd dengê xwe didin AKP û partiyên pergalê dengên wan derbasdar in? Banga me ji bo hemû Tirkiyeyiyên naxwazin vê şermê bijîn ev e; meseleya qeyûman ne tenê meseleya DEM Partiyê ye. Heke li dijî vê neheqiyê dengê xwe bikin dê êdî dawî li rejîma qeyûman bê anîn. Heta ku biryara tayînkirina qeyûm tê betalkirin jî dê têkoşîna me bidome. Colemêrg dê ji bo rejîma qeyûm bibe destpêkirina bidawîbûnê.”