‘Kujerê Hîlal Kar hê di nav me de ye’

Jinên ku xwestin kiryarê Hîlal Kar qetil kir Mehmet Demîrhan bê dîtin û girtin, ji bo dawî li qetlîamên jinan bê kirin banga têkoşînê kirin.

Navenda Nûçeyan - Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê, li dijî nedîtina kiryar Mehmet Demîrhan ê ku di 23’ê Hezîranê de li navçeya Rezan a Amedê Hîlal Kar a 33 salî qetil kir, li ber Edliyeya Amedê daxuyanî da.

Endamên Tora li Dijî Tundiyê û xwişkên Hîlal Kar, Ebru û Rabîa Kar beşdarî daxuyaniyê bûn. Li ser navê pêkhateyan, endama Desteya Rêveber a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Amedê parêzer Berfîn Elçî daxuyanî da.

Kiryar ev du hefte ye winda ye

Parlamentera DEM’ê ya Amedê Ceylan Akça Cupolo ya destpêkê axivî, diyar kir ku her çend kamerayên MOBESE yê li her derê hebin jî kiryarê Hîlal Kar nehat dîtin. Ceylan Akça Cupolo got: “Em di asteke wisa de ne ku tundî veguheriye şewbê û li cîhanê belav bûye. Her çendî em dibêjin jin ji aliyê kesên herî nêzî xwe ve tên qetilkirin mû bi zimanê me ve hat. Hîlal li orta kuçeyê ji aliyê mêrê herî nêzî xwe ve hat qetilkirin û ev mêr 2 hefte ne tevî zaroka Hîlal a 5 salî winda ye. Li vî bajarê ku ji aliyê MOBESE û hêzên dewletê ve hatiye dorpêçkirin, dewlet dibêje ku nikare kiryar bibîne û zarokê 5 salî di bin çavdêriya kujer de hiştiye. Em vê zîhniyetê şermezar û red dikin.”

‘Hîlal bi qestî hat qetilkirin’

Piştre Berfîn Elçî metna çapemeniyê xwend. Berfîn Elçî ya ku der barê pêvajoya qetilkirina Hîlal Kar de agahî da, her wiha anî ziman ku dosyaya sûcdar a sûc heye. Berfîn Elçî got: “Kiryar Mehmet Demîrhan, bi çek hat cihê bûyerê û bi awayekî plankirî û bi zanebûn Hîlal Kar qetil kir. Piştî vê bûyerê heta niha tu agahî ji zarokê Hîlalê yê 5 salî Argeş jî nîne. Tevî ku malbatê ji bo dîtina Argeş serî li Şaxa Zarokan da jî bi hinceta ‘Em ê bi şaxa cînayetê re bên hemberî hev’ ti gav nehatine avêtin. Her wiha hat zanîn ku Mehmet Demîrhan jî xwediyê dosyeya sûc û bikaranîna tiryakê ye. Li gorî van hemûyan, ji ber ku ev 13 roj in kiryar nehatiye girtin û zaroka 5 salî nayê dîtin, nîşan dide ku lêpirsîneke bi bandor nehatiye kirin. Fikara me zêde bûye ku rewşa fizîkî û derûnî ya zarokê xeternak be.”

‘Kiryar wêrek dibin’

Berfîn Elçî destnîşan kir ku ev bûyer berhema zîhniyeteke ku îradeya jinan ji nedîtî ve tê û tehemûl nake ku li ser jiyana xwe biryarê bidin û got: “Eşkere ye ku pêvajoyên darizandinê yên bi dewletê re ku qanûna bi hejmara 6284’an bi bandor pêk neanî û bi awayekî yekalî ji Peymana Stenbolê vekişiya, di encamê de bêcezabûn derket û daraza ku bêcezakirin weke prensîb qebûl kir, berpirsyariya xwe bi cih neanî û vê yekê cesaret da sûcdaran.”

Berfîn Elçî destnîşan kir ku tundiya li ser jinê xirabûna civakê bi xwe re tîne û wiha dewam kir: “Divê jin xwe îfade bikin û jiyana xwe bi xwe birêve bibin. Avakirina civakek ku her jin tê de bi ewle bijî û rastî tundiyê neyê, berpirsyariya me ya hevpar e. Di vê çarçoveyê de têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê ne tenê jinan divê ji bo hemû beşên civakê berpirsyariya hevpar be. Hem rêzikên qanûnî hem jî kampanyayên hişyariya civakî ji bo pêşîgirtina li tundiya li ser jinê girîng in. Rola medyayê jî di vê xalê de krîtîk e; Divê zimanê ku tundiyê rewa dike bi kar neyne.”

‘Divê bi awayekî herî giran bê cezakirin’

Berfîn Elçî destnîşan kir ku divê demildest kiryar bê girtin. Piştî daxuyaniyê xwişka Hîlal Kar, Ebru Kar diyar kir ku ji ber kiryar nayên cezakirin bûyerên bi vî rengî zêde dibin û xwest ku kiryar bê girtin û bi cezayê herî giran bê cezakirin. Xwişka Hîlal Kar ya din jî ku mafê axaftinê girt Rabîa Kar jî got ku Hîlal bi plankirî hatiye qetilkirin û anî ziman ku jiyana wan jî di xeterê de ye ji ber ku kiryar hîna li derve ye.