Şêrîn Îbrahîm a hat dersînorkirin: Her cure cudakarî hat kirin

Piştî êrişên nijadperest ên li dijî koçberên Sûriyeyî yên li Tirkiyeyê, dest bi dersînorkirina bi zorê hat kirin. Şêrîn Îbrahîm a bi malbata xwe re hat dersînorkirin, diyar kir ku rastî her cure cudakariyê hatine.

Minbic – Dewleta Tirk a ku bi salan e gefa vegerandina penaberên Sûriyeyê dixwe, di du mehên dawî de gelek welatiyên Sûriyeyê bi zorê dersînor kir û berê wan dea herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Li gorî agahiyên ku çavkaniyên ewlehiyê dane ajansa me, di nava 2 mehên dawî de nêzî 115 welatiyên Sûriyeyê derbasî Deriyê Aoun El-Dadat ên di navbera herêmên ku dewleta Tirk û çeteyên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir kirine de, derbas bûne. Jinên ku bi darê zorê hatin dersînorkirin ji ajansa me re axivîn.

‘Zarokên min birçî man’

Şêrîn Îbrahîm a ji Qamişloyê got: “Ez li gel hevjîn û 5 zarokên xwe ji aliyê dewleta Tirk ve bi darê zorê hatim sirgûnkirin. Em li Mêrdînê diman. Dema em çûn Stenbolê, hinceta ku destûra seyahetê ya me tune ye, derxistin. Leşkerên Tirk em girtin û birin Kampa Kilîsê. Hemû ewraq û belgeyên me yên şexsî birin. Heta şîr, derman û destmalên zarokên min jî girtin û avêtin çopê. Mirovan li derve hiştin. Em neçar man li ber tavê razên. Me bi zehmetî xwarin peyda dikir. Zarokên min birçî man. Ji me re gotin ku tiştên me di sindoqên emanetan de ne. Wan em ji kampê derxistin û ber bi sînorê Sûriyê ve birin.”

‘Her cure cudakariyê kirin’

Şêrîn Îbrahîm diyar kir ku ji ber krîza Sûriyeyê 12 sal in bi malbata xwe re li Tirkiyeyê bûne û diyar kir ku li Tirkiyeyê rastî polîtîkayên nijadperestiyê tên. Şêrîn Îbrahîm got: “Rewşa min tenê wiha nebû, hemû Sûriyeyî di heman rewşê de ne. Em rastî her cure cudakariyê hatin. Me hesabê bankayê yê hevjînê min jî girt. Bi gotineke din pereyê ku me bi keda xwe ya 12 salan qezenc kir, vala çû.”

Malbatên ku bi darê zorê hatin dersînorkirin diyar kirin ku dewleta Tirk hemû pere û belgeyên wan desteser kirine.