Îsraîlê êrîşên xwe yên li ser Zivala Xezayê zêdetir dike

Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li ser herêmên curbecur ên Zivala Xezayê de bi dehan Filistînî hatin qetilkirin.

Navenda Nûçeyan- Ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve êrişên artêşa Îsraîlê yên li ser Zivala Xezayê berdewam dike. Îsraîlê êrîşên bejayî û hewayî yên li ser herêmên curbecur ên Zivala Xezayê pêk anî û di van êrîşan de herî kêm 29 Filistînî jiyana xwe ji dest dan.

Hate hînbûn ku di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li ser Tuffah, Rimal, Navçeya Derajê û Kampa Penaberan a Aş-Şatî de herî kêm 9 kesan jiyana xwe ji dest dane. Li rojhilatê Xezayê û li kolana Jaffayê di encama hedefgirtina 2 malan de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û 19 kes jî birîndar bûn.

Li Taxa Deracê di encama hedefgirtina malekê de zarokek û jinekê jiyana xwe ji dest dan û li Kampa Penaberan a Cibaliya jî di encama hedefgirtina malekê de herî kêm 6 Filistînî jiyana xwe ji dest dan. Hat diyarkirin ku êrîşên Îsraîlê yên li ser Taxa Şucayîyê dewam dikin.

Êrîş berdewam dikin

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, li başûrê Zivala Xezayê wesayîtên leşkerî yên Îsraîlê ber bi herêmên Ebû Halave, Ebû el-Hesîn û bajarokê En-Nasr ên li rojhilatê bajarê Refahê ve bi pêş ve çûn. Hate tomarkirin ku buldozerên artêşa Îsraîlê ji herêma "Eş-Şûka" ya li rojhilatê Refahê ber bi rojava ve ketin rê, ji kolana Selahedîn derbas bûn û xwe gihandin dibistana "Gassan Kenafanî" û herêma Ebû el-Hesîn. Her wiha hat ragihandin ku li herêmên navenda bajarê Refahê jî topbaran û pevçûn rû didin. Di nava agahiyan de ye ku bajarê Xan Yûnis bi taybet bajarokê Fehharî hatiye topbarankirin.

Xanî û qada kampê hatin hedefgirtin

Li gorî çavkaniyên tenduristiyê, Îsraîlê maleke li bajarokê Benî Suheyla yê li rojhilatê bajarê Xan Yûnisê malbata Ridvan lê diman kiriye armanc. Di êrîşê de 2 Filistînî jiyana xwe ji dest dan û 1 jin jî birîndar bûye. Li Kampa Penaberan a Nuseyratê di encama topbarana balafirên şer ên Îsraîlê de li ser mala malbata Sarraj 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.