‘Bila kes pê nefikire ku em ê bêdeng bimînin’

Jinên ku tevlî meşa ‘Meşa rêzgirtina ji îradeyê’ bûn diyar kirin ku polîtîkayên qeyumê wek ‘polîtîkayên dagirkeriyê’ bi nav kirin û gotin: “Bila kes pê nefikire ku em ê bêdeng bimînin.”

MEDİNE MAMEDOĞLU

Wan – 'Meşa mezin a îradeyê'  ya ber bi Colemergê vve didome. Meşa ku bi sedan welatiyên ji 81 parêzgehan beşdar dibin bi coş berdewam dike, yên beşdarî meşê dibin tevî germa zêde û westandinê paşde gav navêjin. Jinên ku pêşengî ji meşê re dikin armanc û li ser pêvajoya mêşê ji ajansa me re axivîn.

Ji bo xwedî li îradeya xwe derkeve tevlî meşê bû

Jinên ku ji Edenê yê tevlî meşê bûne diyar kirin ku gelê Kurd bi salan ji bo hebûn û nasnameya xwe têdikoşê û divê ev meş jî bi vê awayî bê dest girtin. Suphiye Bayav a eslê xwe ji Sêrtê ye got ku ji ber gundê wan di salên 90’î de hat şewitandin neçarî koçberiyê hatine û berê xwe dane Edeneyê. Suphiye Bayav balkişand ku ji bo edaletê ji Edeneyê hatine Colemêrgê. Suphiye Bayav diyar kir ku li dijî polîtîkayên zext û înkarê yên hikûmetê gav paş de neavêtine û her ku diçe baweriya wan xurtir dibe û wiha berdewam kir:

“Beriya 31 sal li Kurdistanê hemû gund û malan şewitandin. Em jî piştî  wan zextan neçar man koçî metropolan bikin. Ji ber çi ji ber ku em edalet û aştiyê dixwazin. Gelê Tirk û Kurd bi sed hezaran salan bi hevdu re jiyan kirin. Her em çiqas bibêjin wek xwişk û bira bijîn jî ew me wisa nabînin. Ji ber vê jî di her hilbijartinan de îradeya me nasnakin. Gelê Kurd kî hilbijartiye piştre qayum avêtine. Ev 3 pêvajoyê qayumê berdewam dike. Wê çaxê bila ji me re nebêjin ‘herin hilbijartinan, herin ser sindoqan’ em dibêjin aştî ew dibêjin qayum. Ji ber vê ez tevlî meşa azadiyê bûm. Ez ji bo Colemêrgê li vir im. Çiqas maf û hiqûqê wan hebe ya me jî heye. Li ser vê axê me wek dijmin dibînin. Em xwediyê vê axê ne.”

Suphiye Bayav di berdewamiya axaftina xwe de wiha pê de çû: “Em ê bi rojan bimeşin. Em ne tenê bi Kurdan re bi gelek pêkhatiyan re dimeşin. Em dixwazin vê aştî û yekîtiyê berdewam bikin. Ev meş meşa edalet û aştiyê ye. Ya ku min ser lingan digre jî îrade û hêza gel e.”

‘Çi dibe bila bibe em ê bigihîjin armanca xwe’

Meryem Guler a ku tevlî meşê bû li dijî polîtîkayên tûne hesibandinê bal kişand ser girîngiya yekîtiya gelê gelê Kurd û wiha axivî: “Em ji bo rakirina tecrîtê ya li ser gel li vir in. Em aştî û yekîtiyê dixwazin. Em ji dijmin natirsin. Ger yekîtiya gelê Kurd hebe em ê bi ser bikevin. Divê pêvajoyê de ev meş dê bibe meşa azadiyê. Em ê bi vê bawerî û yekîtiyê serbikevin. Divê em xwedî li şehîdên xwe derbikevin. Em xwedî li şaredarî û îradeya xwe xwedî derbikevin. Ger em yek bin em bin nakevin. Ev keda me vala naçe. Çi dibe bila bibe em ê di dawî de bigihêjin armanca xwe. Azadî azadiya gelê Kurd e. Em biwestin jî em ê bimeşin. Heya ku em wan qeyuman bişînin em ê li vir bin û em naçin tu derê. Ev îradeya me ye, îradeya gelê Kurd e. Em ê bi vê bawerî û îradeyê bigihêjin armanca xwe.”

‘Em li dijî tecrîdê livir in’

Herî dawî Azîze Yaşar axivî û destnîşan kir ku ew ê li dijî polîtîkayên qeyuman bêdeng nemînin û wiha nerîzîbûnên xwe anî ser ziman: “Heya ku em şaredariyên xwe negrin em dev jê bernadin. Ez ji bo kesên ku tevlî meşê bûne quwetê dixwazim. Em qeyuman qebûl nakin û tu carî bêdeng namînin. Em li dijî qeyum û tecrîdê û ji bo zindanan li vir in. Em ewqas rê meşiyan lê newestiyan. Îradeya me û hêza jinan me li ser lingan digre. Em bi vê hêzê cardin diyar dikin ku qayum naxwazin. Bila kes pê nefikire ku em ê bêdeng bimînin. Em bêdeng namînin. Qeyum polîtîkayek dagirkeriyê ye. Êdî bila rayên me heqê me negirin. Ew çiqas bigrin em ê ewqas li berxwe bidin. Bila kes pê nefikire ku em ê sitûyê xwe xwar bikin. Em ê li dijî polîtîkayên dijmênên jinan û Kurdan hertim li ser lingan bin.”