Konseya Ewropayê wê biryara 'binpêkirinê' ya der barê Abdullah Ocalan binirxîne

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê piştî 3 salan cara yekemîn wê biryara "binpêkiriê" a DMME ya der barê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de careke din bixe rojeva xwe.

Navenda Nûçeyan-Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 1999’an de bi komployeke navneteweyî revandin Tirkiyeyê û ji hingî ve li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê biryar da ku biryara 'binpêkirinê' ya têkildarî Abdullah Ocalan bixe rojeva xwe.

Cezayê muebbeta giran li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye birîn û ji mafê berdana bişert jî bêpar hatiye hiştin. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji ber binpêkirina “Mafê hêviyê”, di 18’ê Adara 2014’an de ev ceza weke binpêkirina Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) nirxand. DMME’yê da zanîn ku cezayê girtîgehê yê muebbeta giran, li dijî xala 3’yemîn a PMME’yê ku êşkence û miameleya xerab qedexe dike, nirxand. DMME’yê di pêvajoyên pêş de têkildarî Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan jî biryarên bi vî rengî da.

Pêvajoya kontrolê dest pê kir

PMME jî biryarên DMME’yê dişopînê bê ka hatine cîbicîkirin an na. PMME’yê ji bo bingeha “mafê hêviyê” were avakirin, ji Tirkiyeyê xwest ku di qanûnan de sererastkirinan bike û sepanan biguherîne. Ji bo vê jî têkildarî Tirkiyeyê dest bi pêvajoya venêrînê kir. Li gel ku pêvajoya venêrînê hatibû destpêkirin jî Komîteya Wezîran mijar nexist rojeva civîna xwe û tu biryarên nivîskî jî amade nekir.

Ket rojevê

Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ji bo biryara DMME’yê tavilê bixin rojeva xwe û ji bo cîbicîkirin/venêrîna biryaran, di 29’ê Tîrmeha 2021’ê de bi awayekî nivîskî serî li Komîteya Wezîran da. Komîteyê, piştî serlêdanê mijar xist rojeva xwe. Komîteyê, di 30’ê Mijdarê-2’yê Kanûna 2021’ê de civîna xwe lidar xist. Di civînê de komîteyê têkildarî agahdariyên rêxistinên civaka sivîl ên li Tirkiyeyê û cîbicîkirina biryaran agahî xwest.

Tirkiyeyê di bersiva xwe de li xwe mikur hat

Tirkiyeyê di 7’ê Îlona 2021’ê de bersiv da û îdia kir ku ji sala 2009’an heta niha li Îmraliyê tu binpêkirin tune ne. Tirkiyeyê hişyariyên ji bo “misogerkirina mafê hêviyê” û “guhertinên têkildarî rejîma înfazê ya cezayê muebbeta giran” jî jinedîtî ve hat û bêbersiv hişt. Tirkiyeyê tenê rapora Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) yên têkildarî şert û mercên fîzîkî yên Girtîgeha Îmraliyê esas girt.

Rêxistinên mafên mirovan û yên hiqûqê, piştî îdiayên Tirkiyeyê di 12’ê Cotmehê de agahî dan Komîteya Wezîran. Di serlêdanê de hat gotin, Tirkiyeyê di bersiva xwe de têkildarî “Mafê hêviyê” cih nedaye tespîtên girîng ên DMME’yê, ji bo bicihanîna biryaran tu gav nîqaş nekiriye û li şûna vê agahiyên manîpulatîf parve kiriye.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo bicihanîna biryarên DMME’yê, di 9’ê Tebaxa 2022’yan de careke din serî li Komîteya Wezîran da. Li ser vê serlêdanê, Tirkiyeyê bersiv da û got: “Pêkane ku hikûmxwarên cezayê muebbeta giran lê hatiye birîn bişert bên tehliyekirin lê belê hinek sûcên îstîsnaî ji vî mafî muaf hatine girtin.” Tirkiyeyê di bersiva xwe de li xwe mikur hat ku Abdullah Ocalan ji “mafê hêviyê” bêpar hatiye hiştin.

 Dibe ku ji Tirkiyeyê daxuyanî bê xwestin

Di civîna meha Hezîranê ya Komîteya Wezîran de biryar hate dayîn ku dosyaya komî ya ku Abdullah Ocalan jî di nav de ye, dîsa bixe rojeva xwe. Komîteya Wezîran wê di civîna di navbera 17-19’ê Îlonê de kontrol bike bê ka biryara binpêkirinê û pêdiviyên wê yên DMME’yê hatine bicihanîn an na. Eger komîte pêwîstî pê bibîne, wê ji Tirkiyeyê îzahet were xwestin bê ka çima biryar bi cih ne aniye.

DMME’yê her wiha ji bo Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş û karsaz Osman Kavala jî biryara berdanê dabû. Komîteya Wezîran biryar da ku Demîrtaş û Kavala dîsa bixe rojeva civînê.

Komîteyê di demên berê de jî ev biryar kiribû rojeva xwe û ji ber cîbicînekirina biryara têkildarî Kavala, prosedûra binpêkirinê dabû destpêkirin.