Jin bi serpêhatiyên xwe yên têkoşînê qaliban dişkînin

Jinên ku zext û qalibên civakî dişkînin bi serpêhatiyên xwe yên têkoşîna şexsî ya ku di gelek waran de didin, ji bo gelek jinan dibin hêvî.

Qahîre - Nêrîna civakê mêrsalar ya li ser rola jinân kêm e, gelek îfadeyên qalibên ku jinan biçûk dixin hene. Dema ku jin dixwazin ber bi pêşeroja xwe ve biçin û vê nêrînê bişkînin jî ji ber ku li dijî cewhera mêr û çanda heyî tevdigerin, nayên qebûlkirin.

Di van demên dawî de nifşek ji jinên ciwan derketiye holê ku dixwazin li dijî vê yekê derkevin û nêrîna der barê jinan de biguherînin. Her wiha îsbat kirin ku ew dikarin di hundirê civaka xwe de kar bikin û bi ser bikevin.

‘Derketina min a ji bajêr bandorê li civakê kir’

Derçûya beşa wêjeya Erebî ya ji parêzgeha Îskenderiyê Selma Elî got: “Dema ez derçûm, min ji bilî mamostehiyê kareke din nedît. Min nexwest bibim mamoste, ji ber vê yekê min xwest ez dest bi projeya xwe bikim. Ez weke dilxwaz beşdarî komeleyek bûm, min gelek perwerde der barê pêşxistinê de dîtin. Piştre min derfetek kar di komeleyek de dît û ez bûm alîkara danişînên perwerde û hişyariyê. Dema ez di yek ji projeyan de amade bûm derfetek ji min re çêbû ku ez biçim Başûrê Efrîqayê.”

‘Karê komî roleke xwe yê girîng heye’

Selma Elî wiha berdewam kir: “Dayika min gelekî ditirsiya û metirsiyên xwe bi min re parve kir. Ji min dipirsî ka welatê ez biçim wê derê bi ewle ye yan na. Bavê min piştgiriyê da min. Karê min weke derfetekê didît û di pêvajoya seyaheta min de alîkariya min kir. Bavê min çûyîna min weke gaveke ber bi guhertina pêşeroja min ve bi nav kir.”

Selma Elî teqez kir ku malbata wê gelekî pê re bûye alîkar, ji ber bavê wê di warê pêşxistinê de kar dikir û vê yekê alîkariya wê kiriye ku riya xwe berdewam bike û hişmediya mêr a paşketî bişkîne.

Selma Elî got: “Karê komî roleke xwe yê girîng heye. Bi taybetî ji bo derxistina zagoneke yekbûyî ji bo têkoşîna li hember tundiyê û hinek zagonên din. Hebûna nimûneyên şikandina paşketinê roleke mezin di guhertinê de dilîzin.”

Her ku şiyariya wê zêde bû alîkariya jinan jî kir

Berpirsa şopandin, nirxandin, hişyarî û têkiliyê di komeleya Karîtas a li Îskenderiyê, Marilyn Milad jî got: “Dema min kar dikir her dem rêveber mêr bûn. Ez bi hêz bûm û min dest bi karê piştgiriya jinên ciwan kir. Jinek tune ye ku rastî qeyd û bendan di jiyana xwe de nehatibe lê ez bawer bûm ku wê rola min cuda be û divê ez kar bikim ji bo ku xwe îsbat bikim. Min xwe bi pêş xist ji bo ku ji pêşeroja jinên din re jî bibim alîkar.” Marilyn Milad diyar kir ku di nava civakê de rastî gelek zehmetiyan hatiye lê wê qet dev jê bernedaye û her dem ji bo pêşxistina jinan kar kiriye.