Koordînasyona Jinan a Tebqayê civîna xwe ya salane li dar xist

Koordînasyona Jin a Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Kantona Tebqayê civîna xwe ya salê li dar xist. Di civînê de hate gotin ew di pêkanîna azadî û gihandina civakeke ekolojîk-exlaqî de dewam dikin.

Tebqa – Di civînê de nûnerên komîte, nivîsgeh, nûnerên komîteyên çandê, hundirîn û komîteya enerjî û çavdêriyê, Nivîsgeha Jin a Meclisa Malbatên Şehîdan beşdar bûn.Civîn ji alî Hevseroka Meclisa Rêveber Hind El Elî ve hate destpêkirin.

Cîgira Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk Sewre El Sehel  perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwend û wiha hate gotin: "Rêveçûna jina azad hîna ya herî rewa ye û divê li bandora wê ya li ser jiyan û aştiyê bê nêrîn. Jina azad ji bo min bê hempa ye û jinên azad dikarin biryarên xwe bi xwe bidin. Fikirandina di vê yekê de mijareke coşê di mirov de çêdike." 

Dûre serokatiya Komîteya Jin a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Kantona Tebqayê Welaa El Nacî rewşa siyasî xwend û di raporê de balkişandin ser rewşa Abdullah Ocalan û hate gotin fikrên Abdullah Ocalan li tevahî cîhanê belav bûne, pêngava ′Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî′ di pêvajoyên herî pêş de ye.

Civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir û bi encamnameyê bi dawî bû.