KJK’ê ji bo yekîtiya netewî banga têkoşîna hevpar li jinan kir

KJK’ê di peyama xwe ya ji bo Newroza Qendîlê şandî de, cejna Newrozê li hemû Gelê Kurdistanê pîroz kir û bang li jinan kir ku ji bo dawî anîna dagirkerî û xeta xiyanetê erk û berpirsyariyên xwe pêk bînin.

Qendîl – Pîrozbahiya Newrozê li Qendîl bi coşek mezin berdewam dike. Koordînasyona Komeleya Jinên Kurdistan (KJK) ji bo pîrozbahiya cejna Newrozê ya li Qendîlê peyamek şand.

Di peyama ku ji aliyê Ronahî Hisên ve hatî xwendin de, ev tişt hatin gotin:

“Cejna Newrozê serkeftina ronahiyê ya dijî tarîtiyê ye, cejna mazlum ya bi ser zilmê deye. Cejna azadiya gelên bindest liwe û hemû gelê Kurd yê her çar parçeyên Kurdistan, dervey welat pîroz be. Di kesayeta Zekiye Alkan, Mazlum Dogan, Rewşan, Bêrîvan û Ronahiyan de ku agirê newrozê bi canê xwe watedar kirin, em hemû şehîdên rêya azadiyê bibîrtinin.

Em hemu şahidê hawar û bangên 8’ê Adarê yên li her çar parçeyên Kurdistanê bûn ku ji bo azadî, dawî anîna kuştin, tundî û dagikkeriyê bi tevlîbûn û çalakiyên serkeftî coşa Newrozê mîsogerkirin. Ji bo vê niha wek jin bi taybet Başûrê Kurdistanê ku xwediyê ezmûn û têkoşînek bê wêneye, divê hemberî hemû plan û êrişên dagirkeriya dewleta Tirk û xiyanetê pêşengtî bikîn.

Em bang li hemû jinan dikin ku bi hestyariyek zêdetir, ji bo dawî anîna dagirkerî û şikandina xeta xiyanetê erkê xwe bicih bînin. Têkoşîna hevpar ji bo yekîtiya netewî ya jinan bilind bikin.”

Çalakiyên çandî

Her wiha di pîrozbahiyê de gelek çalakiyên cûr be cûr tên lidarxistin. Ji bilî standa pirtûkan, pêşangehek çandî jî hatiye vekirin.

Di çarçoveya pîrozbahiya cejna Newroza Qendîlê de, pêşnagehek mezin ya çand û hunera Kurdî ya kel û pel, cil û bergên netewî û xwarinên Kurdewariyê jî hatiye vekirin.

Pêşangeh, bala her kesê dikşe.