Jinên Reqayê bertek nîşanê biryara darvekirina Fatima Al-Arouli a Yemenî dan

Jinên Reqayê bertek nîşanî cezayê îdamê yê ku Hûsiyên li Yemenê ji parêzvana mafên mirovan Fatima El-Erûlî re dabûn dan û ji rêxistinên jinan xwestin pêşî li îdamê bigrin.

SÎBÎLYA EL-ÎBRAHÎM

Reqa- Jinên Reqayê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryara darvekirinê ya ku Hûsiyan li parêzvana mafên mirovan Fatima Al-Aroulî birî şermezar kirin û bang kirin ku deng kirin ku ji bo pêşî li îdamê were girtin hemû saziyên mafên mirovan bi hev re dengê xwe derxin.

Berdevka Kombûna Jinê ya Zenubya Buthaina Abdo bertek nîşanî cezayê darvekirinê da û got: “Li Yemenê di bin kontrola çeteyên DAIŞ’ê de em rastî îşkence û bûyerên kuştinê yên herî dijwar hatin. Ev cezayê darvekirinê ne sûcê yekem e ku Hûsî li dijî jinan dikin. Ji dema ku Sanaa xistine bin kontrola xwe ve, ji ber bêdengiya navneteweyî 350 kes bi îdamê hatin mehkûmkirin

‘Em hevpariya Husiyan û dewleta tirk dibînin’

Buthaina Abdo di berdevamiya axaftina xwe de 2 jinên Efrînê ên ku ji aliyê dewleta tirk ve biryara darvekirinê der barê wan de hatiye dayîn û 8 jinan jî cezayê giran bi bîr xist  û wiha berdevam kir: “Em li vir hevpariya Hûsiyan û dewleta Tirk dibînin. Ji bo ku azadiyê tune bikin, zext û terorê belav bikin ew du rûyên madalyonê ne. Ev rewşa ku di lîsteya sûcên şer û sûcên nemirovane de cih digre, binpêkirinek eşkere ya hemû peyman û zagonên navneteweyî ye.”

 ‘Divê em bi hev re tevbigerin’

Buthaina Abdo di dawiya axaftina xwe de bang li jinan kir ku piştgiriyê bidin Fatima El-Erûlî û wiha got: “Weke jin divê em bi hev re tevbigerin da ku cezayê darvekirinê yê li ser Fatima El-Erûlî asteng bikin. Divê sazî û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî li hemberî tawanên li dijî jinan li herêmên dagirkirî yan jî cihên din tên kirin, berpirsyariyên xwe bi cih bînin.”

‘Dixwazin îradeya jinan bişkînin’

Endama Kombûna Jinê ya Zenubyayê Kafya Kurdî bertek nîşanê biryara darvekirinê ya ku li Fatima Al-Aroulî hatiye birîn û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Komên dewleta Tirk ên dagirker û Husiyan polîtîkayên binpêkirinê ên mafên mirovan pêk tînin. Biryara darvekirinê nîşaneya van polîtîka ne. Dixwazin îradeya jinan bişkînin û li ber çavên cîhanê bi şeklekî eşkere mafên mirovan binpê dikin. Bi Taybetî dixwazin îradeya jinên ku rastiya derdixin holê, bê edaletiyê qabûl nakin û cudakariyê red dikin bişkînin. Di van mijaran de bêdengiya hêzên mezin tenê yek îzah heye. Gelo mafên mirovan li ku ye?”

'Ji bo rawestandina biryarê divê hevgirtin hebe'

Rêvebera Komîteya Bajêr a Kombûna Jinê ya Zenubyayê Hasîna Kemal cezayê darvekirinê yê li aktîvîsta mafên mirovan Fatima El-Erûlî bi gotinên; "sûceke hovane ya li dijî mirovahiyê û şerma hemû cîhanê" nirxand. Hasîna Kemal da zanîn ku cezayê îdamê yê li ser Fatima El-Erûlî ji ber îdiayên bêbingeh hatiye dayîn, binpêkirina eşkere ye li ser mafên jinan û mirovan û wiha li ser zêde kir: “Ji bo rawestandina vê pêkanînê divê rêxistinên jinan bên cem hev û bibin yek. Dengê heqîqetê bilind bikin û rastiyan eşkere bikin.”

Bang li civaka navneteweyî hat kirin

Rêvebera Komîteya Perwerdeya Kombûna Jinê ya Zenubya Fewza El-Hemûd jî bertek nîşanî cezayê darvekirinê da û wiha pê de çû: “Cezayê darvekirinê biryareke ku li dijî qanûn û peymanên navneteweyî ye. Weke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em hevgirtina xwe bi jinên Yemenî re radigihînin û li kêleka wan in. Sûc û binpêkirinên li dijî wan tên kirin şermezar dikin. Em ji civaka navneteweyî dixwazin ji bo rakirina hukmê darvekirinê yê li ser Fatima El-Erûlî erka xwe pêk bîne."