Jinên Lîbyayê li dijî biryara bi tenê qedexekirina rêwitiyê bi hêrs in

Li Lîbyayê biryara herî dawî ya ku dema mêrekî ji malbatê pê re nebe divê jin belge bînin ji bo jinên rêwîtiyê dikin. Ev biryar ji bo jiyana jinan dibe asteng, gelek jinan û aliyên civakê bertek nîşanî biryare dan.

ÎBTÎSAM AXFÎR

Bingazî- Ewlekariya hundirîn a girêdayî hikumeta Yekitiya Niştimanî ya Trablûsê, jinên dixwazin bi tenê derkevin derveyî welat dosya daneyan û zanyariyên der barê sedemên rêwîtiya wan bi tenê li ser ferz kirin. Ev biryar ji aliyê jinan ve bi bertek hat pêşwazîkirin.

Li gorî nêrîna çalakvan û mafnasên jin biryara hikumetê ku her jinek Lîbyayî dema bixwaze bê mehrem derkeve derveyî welat pirsên bêwate weke sedemên derketina wan, bi tenê û nebûna mêrekî ji malbatê û çend caran derketiye derveyî welat weke binpêkirinek eşkere ji mafên jinan re dibînin ku ev di zagona navxweyî û navneteweyî jî ji bo jinan berê hatiye misogerkirin.

Cihêkariya li dijî jinan

Parêzer Cemîla Ben Ateq destnîşan kir ku forma ku li Balafirgeha Trablusê bi taybetî li jinan tê belavkirin, tedbîreke keyfî û cihêkarî li dijî wan e û da zanîn ku dezgehên ewlehiyê tenê ji jinan daxwaz dikin ku vê formê tije bikin û eger red bikin sefera wan tê astengkirin.

‘Em rê nadin azadiya jinan bê binpêkirin’

Rêvebera Rêxistina Çand û Aştiyê ya Navdewletî Tufaha Necm der bare vê biryarê de got: "Ev biryar statuya jinan di nava civakê de kêm dike, em rê nadin azadiya jinan bê binpêkirin. Ev biryara ku tevgera jinan bi mehrem ve girê dide mafên jinan binpê dike û azadiya wan sînordar dike. Gelek jinên malan xwedî dikin hene ji ber ku bav, hevjîn û zarokên xwe di şer de winda kirine, neçar in bi tenê biçin û bên. Nêrîn û hişmendiya civaka Lîbyayê bi ser zagonê dikeve û şer li dijî jinan dike wan paşve dikşîne. Ev yek weke sînoreke mêr diyar dike.”

‘Dive jin bertekên xurt li dijî vê biryarê nîşan bidin’

Endama Meclisa Niştimanî ya Azadiyên Giştî û Mafên Mirovan Sara Qarqom jî diyar kir ku ev biryar zordar e, gelek jin bav an birayê nîn e ku pê re rêwî bin û pêwîstî heye ji bo dermankirin an xwendinê derkevin. Sara Qarqom got: “Divê jin bertekên bi hêz li dijî vê biryarê nîşan bidin Ev biryar rastî nerazîbûnek mezin hat li ser torên civakî lê tevgera jinan a mezin li dijî rakirina vê biryarê derneket. Niha em di serdema pêşketin û wekheviyê de dijîn. Teqez dike ku jinên Lîbyayî paşveçûneke azadî û mafan dijîn loma divê jin li her derê welat tevbigerin û piştgiriya hevdu bikin.”

‘Astengî ne tenê di çûnhatinê de ye’

Parêzer Hind El-Juraîbî da xuyakirin ku nikarin mafên tu aliyan û rêwîtiya bi tenê li ser jinan qedexe bikin, ev mafê jinan e li gorî zagon û peymanan û makzagona Lîbyayê ye, zagona jinan mafên çûnhatina wan misoger kiriye. Hind El-Juraîbî wiha got: “Jinan herî zêde zirarê ji krîza li welat dîtin, astengiyên li pêşiya wan ne tenê di azadiya çûnhatinê de ye. Gelek pirsgirêkên din hene. Ev biryarên li ser bingeha cihêkarî, tundûtujî û zordariya li ser jinan ne li gorî prensîba wekheviya navbera herdu zayendan de ne ku di zagonên Lîbyayê de diyar in. Ev biryar binpêkirinek mezin e ji hemû peyman û zagonên navdewletî yên girêdayî mafên mirovan û mafên jinan ku Lîbyayê ji berê ve îmze kiriye."