Jinên li Îranê li dijî êrîşên gaza jehrî di nav çalakyan de ne

Li Îran û Rojhilat jin li dijî êrîşên bi gaza jehrî yên li ser dibistanên ku keç lê perwerde dibin daketin qadan.

Navenda Nûçeyan – Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê li dijî hedefgirtina dibistanên keçan û jehrîkirina zarokan xwepêşandanek hat lidarxistin.

Mêran jî piştgirî dan jinên ku bi banga Meclîsa Mamosteyên Zanîngehê hatin cem hev. Li bajarê Sine a girêdayî Rojhilatê Kurdistanê jî gelek kes li ber Wezareta Perwerdê kom bûn. Girseya gel bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" çalakî li dar xist, polîsan bi gaza îsotê êrîşî meşê kir.

Girse bi dirûşmeyan li nav kolanan belav bû. Jinên ku li gelek deveran daketin kolanan xwestin dawî li êrîşan bê û hikûmet protesto kirin.