Jinên ku ji Başûrê Lubnanê koçkirin behsa êrîşên Îsrailê kirin

Ji ber êrîşên Îsrailê li sînorê Bakûrê Lubnanê gel ji malên xwe derdikevin û berê xwe didin qadên ku ji bo xwe ewle dibînin.

SUZAN EBU SAİD

Beyrut- Êrîşên Îsrailê li dijî Xeza yên ji hewayî û bejayî di roja 22’an de berdewam dike. Pevçûnên Hizbullah û Îsrailê li Bakûrê Lubananê berdewam dike. Mirovên ku ji ber şer koçber dibin hinek dibîstanên li bajarê Tire ya Lubnanê vegerandine navendên bicihbûnê. Tê fikrandin ku şer hîn zêdetir dijwartir bibe, heta ku êrîş bi dawî bibin hêjmarek zêde ya kesan ji bo malan kirê bigrin berê xwe dane bajarên Sidon, Beyrut û High.

Li gor saziya Afetê, giştî hêjmara kesên ku ji cihên xwe bûne 7 hezar û 173 Lubnanî, 131 Sûryeyî ji di nav de, giha 7 hezar û 304 kesan. Ên ku neçar mane ji malên xwe derbikevin belavî dibîstana pişeyî ya Ekşî, dibîstana alîkar a keçan a Ekşî, dibîstana navîn a Ekşî û dibîstanên din kirine. Li gundên Al-Samaya, Burj Rahal, Burj Al-Shamali, Al-Masaken, Al-Abbasiya, Tayr Dibba, Battle û gundên din ên girêdayî navçeya Ekşî malên bicihbûnê hene. Ên ku rewşa wan a aborî hê baştir ji bajarên ji Tire heta Sidon ji Beyrutê heta bajarê Aley yê çiyayên Lubnanê mal hatin kirê kirin. Li gor saziya rêveberiya Afetê hêjmara kesên ku ji cihên xwe bûne rojane zêde dibe.

‘Bi şer re hemû tişt xira bû’

Jina bi navê Wefa Derwêş ji bajarokê Al Dhahira a li herêma Tire li Başûrê Lubnanê ku ji cih û warê xwe bûye wiha got: “Em li malên xwe bi ewle jiyan dikir, ji nişkave li ser me bombaran û êrîş destpêkir û em niznanin yên kijan alîne. Li ser me gule û top dibarandin, ji ber wê em ji jiyana xwe bi fikar bûn em neçar man ji malên xwe derbikevin. Em ne şer aştiyê dixwazin û em dixwazin vegerin malên xwe. Em êdî vê rewşê ranakin. Min karê komkirina zeytûnan dikir û min wê deynê xwe bi zeytûnan daba. Lê belê bi destpêkirina şer re hemû tişt xira bû.”

 ‘Em dixwazin ser xaka xwe jiyan bikin’

Rasmiya Qasim ji bajarokê Bint Jbeil wiha got: “Piştî ku bombebaran destpêkir em li gel zarokên xwe reviyan atolyeya lastîk a teknikê. Ji bo me xizmet û alîkarî dabin kirin, lê belê em dixwazin li mal û xaka xwe jiyan bikin. Em dixwazin şer bi dawî bibe.”

Ji bajarokê Nakura Fatima Muhammed Abdullah got: “Ez û keça xwe piştî bombebarana bajarok, zêdeyî 16 rojan berê em ji Nakura surgun bûn. Gelek pirsgirêkên min ên tendirûstiyê ên weke nefes tengî, tansiyona bilind heye. Ji cihbûn êşên me zêde kir.”