Jinên Şirnexî: Baweriya me ya bi serkeftinê tam e

Jinên ku li Şirnexê derî bi derî digerin û xebatên hilbijartinê dikin, ji bo girtina şaredariyên xwe bi biryar in. Jinan diyar kir ku heta hilbijartinê li dijî hemû hîle û lîstikan dê li qadan bin û gotin ku ew bawer dikin dê di hibijartinê de bi ser bike

MEDÎNE MAMEDOGLU

Şirnex – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 31’ê Adarê de dê hilbijartinên xwecihî pêk werin. Xebatên hilbijartinê ya hemû partiyên siyasî bi lez û bez berdewam dike, bi taybetî li parêzgehên Kurdan 'veguhestina dengan' an jî 'hilbijêrên xeyalet' dîsa di rojevê de ne. Di hilbijartinên xwecihî yên herî dawî di sala 2019'an de, ewlehiya hilbijartinê û sindoqan yek ji mijarên ku herî zêde hatibûn axaftin bû. Di serî de partiyên siyasî û gel bi biryar in ku di vê hilbijartinê de pêşiya vê yekê bigrin. Yek ji bajarên ku ji bo xwedîderketina dengên xwe li ser sindoqan e jî Şirnex e. Bajar di hilbijartinên beriya niha de bi leşker, polîs û cerdevanin li ser sindoqan re hatibû rojevê.

Ji derve mirov anîn li bajar bi cih kirin

Li gorî daneyên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), di hilbijartinên derbasbûyî de li 32 cihan 54 hezar û 60 qeydên nelirê yên dengdêran re îtîraz hat kirin. Dema piraniya van îtîrazan hatin redkirin, hilbijêrên ku tên veguhestin jî bi gelemperî ji endamên hêzên ewlehiyê yên dewletê pêk ten. Li Şirnexê jî hem ji bo navenda bajêr û hem jî navçeyên Qilaban û Bêşebabê bi hezaran deng hatin  veguhestin. Hikûmeta ku xwest bi van hilbijêrên hem ji Şirnexê û hem jî ji derve anîne sala 2019’an dubare bike, tenê ji bo navenda bajêr nêzî 8 hezar hilbijêr bi cih kir.

Li bajarê ku piştî sala 2015'an ji sedî 70'ê wî hat hilweşandin û di nava salan de tê xwestin veguhere navenda rantê, xizanî û koçberiya zêde weke pirsgirêka herî girîng tê nîşandan. Tevî polîtîkayên şerê taybet û zextên hêzên ewlehiyê yên dewletê ku li navenda bajêr tên kirin jî jinên Şirnexê yên ku di nava têkoşînê de jiyana xwe didomînin, bi biryar in ku tiştên aydê xwe paşve bigrin. Jinên Şirnexê ji ajansa me re axivîn, diyar kirin ku wê xwedî li sindoq û dengên xwe derbikevin.

'Em bi moral û bi hêz in'

Leyla Anik, diyar kir ku ji bo hilbijartinên kolan bi kolan digerin û dixebitin û wiha got: “Em ê şaredariya xwe paşve bigrin. Em jin xebatek pir baş dimeşînin. Bila jinên Şirnexî netirsin, dakevin qadan û êdî pêşî li vê zilmê bigrin.” Leyla Anik, diyar kir ku li ser sindoqan gelek lîstik hene û wiha got: “Bi hezaran hilbijêr anîne bajar. Divê em vê valahiyê dagirin û hilbijêrên ku anîne li paş bihêlin. Hilbijêrên ku anîne vê derê îradeya me temsîl nakin. Di vê pêvajoyê de çi ji destên me bê em ê bikin. Em ê tu carî gav paşve navêjin. Qeyûmê ku di vê pêvajoyê de qet xizmetê nekir, ji bo hilbijartinê dest bi belavkirina eşyayên elektronîk û qoltixan kiriye. Navê mirovan digrin û di bin navê walî de di berdêla dengan de eşya didin mirovan. Gel ji van lîstikan haydar e û divê li dijî van hişyar be. Bila tu kes îrade û dengê xwe nefiroşe. Dengê me ne meqarne û eşya ye. Dengê me îrade û şerefa me ye. Divê çavên me vekirî bin. Em ê li dijî van hîleyan hem xwe û hem jî şaredariya xwe biparêzin. Serkeftin a gelê Kurd û jinên Kurd e. Bila kes netirse û hemû kes li qadan xebatê bimeşînin.”

'Em ê li deriyê her malê bidin’

Zahîde Erk bi gotinên; "Baweriya me tam e. Em ê şaredariya xwe bigrin” da zanîn ku ji ber hilbijartinê di nava coş û kelecanek mezin de ne. Zahîde Erk, wiha got: “Niha armancek tenê ya hemû kesên li vir heye, ew jî girtina Şirnexê ye. Baweriya wan a ji bo vê yekê jî pir xurt e. Bi vê moral û motîvasyonê xebatê dimeşînin. Bi taybetî deriyek ku jinan lênexistin nîn e. Em ê wek encama hemû xebatên xwe şaredariyên xwe paşve bigrin. Divê gel li dijî van dengên tên veguhestin dengê xwe derxe û xwedî li îradeya xwe derbikeve. Bila gel li qadan xebatan bimeşîne û li dijî van hîleyan bersiva herî baş di 31'ê Adarê de bide. Bi taybetî em ciwan û jin divê xwedî li îradeya derbikevin.”

‘Yekane tişta ku dizanin hîle û lîstikên qirêj in’

Sema Erener jî da zanîn ku ji ber ku hikûmet dizane nikare bi ser bikeve, veguhestina dengan dike û wiha axivî: “Wek hilbijartinên berê di vê hilbijartinê de jî dengan ji derve anîn. Hikûmet ji aliyê ked û têkoşînê ve tiştekî nizane. Ji ber ku dizane nikare bi ser bikeve, veguhestina dengan dike. Lê haya me ji van hîleyan heye. Em ê bi şev û roj bixebitin û valahiya dengên ku tên veguhestin dagirin. Weke ciwan cihekî ku em naçin namîne. Çi dibe bila bibe em ê xebatên xwe berdewam bikin. Em ê bigihîjin serkeftinê. Ev der welat û axa gelê li vir e, ji ber vê yekê dema gel bixwaze dikare bike. Di vê xalê de berpirsyariya herî mezin dikeve ser milên me. Divê em pir bi awayê xurt bixebitin û kêmasiyên heyî bibînin çareser bikin.”

'Bila gelê Şirnexê bizanibe kî ye û dîroka xwe ji bîr neke'

Meryem Îrmez jî da zanîn ku ew ê her dem bênavber bixebitin, bang li hilbijêran kir û wiha axivî: “Divê gelê Şirnexê di vê hilbijartinê de xwe nas bike û bi bîr bixe. Divê xwe ji bîr neke û gavan bavêje. Divê mirov bibin yek û mal bi mal bigerin. Hîleyê dixin nava hilbijartinê lê em ê dev jê bernedin û ji xebatên xwe tawîz nedin. Ez bang li kesên ku dengê xwe nedin xwe jî dikim. Êdî vegerin xweseriya xwe! Ev deng ne tenê dengek e, her tiştê me ye. Em Kurd çima dengê xwe bidin wan divê em nedin. Divê hemû kesên ku dibêjin 'em Kurd in' destên xwe deynin ser wijdanê xwe û dengê xwe bidin xwe. Divê êdî ev pergal biguhere. Bêyî hîle û lîstikan, tu carî nikarin bi ser bikevin. Çavên wan li dengên me ne lê em ê bê westan û bêtirs dengê xwe bidin xwe."

‘Kesên dewlemend zêdetir dewlemend kirin’

Hezniye Îrmez, anî ziman ku ew ê şaredariyên xwe paşve bigrin û wiha axivî: “Em ê hemû bi hev re bi xebat, têbikoşîn û şaredariyên xwe paşve bigrin. Em ê roja hilbijartinê Şirnexê bihêjînin. Em ê bi hêza jin û ciwanan şaredariya xwe ji destên AKP’ê bistînin. Cara derbasbûyî me evqas lîstok nedît lê êdî tu kes nikare hincetan bibîne. Em ê destên xwe bidin hev û heqê xwe bigrin. Em ê ji bo xatirê dayikan, girtiyên li girtîgehan û ji bo xwe bi ser bikevin. Şaredariyê di vê pêvajoyê de tu tiştek nekir. Tenê kesên dewlemend hîn zêdetir dewlemend kir. Destûr neda ku mirov malan çêbikin. Dîsa fatûreyên avê ku 100 TL dihatin, du qat zêdetir bûn. Destûr neda bajêr bi pêş bikeve. Tenê ji bo xwe û alîgirên xwe xebitî. Ji bilî îhaleyan, tiştekî din nekir.”