Jinên Êzidî: Bi van êrişan nikarin vîna me têk bibin

Jinên Êzidî yên li hemberî êrişên DAIŞ’ê yê di sala 2014’an de bi berxwedan û têkoşîna xwe tolê ji tevahî fermanên li ser wan hatiye girtin, bertek nîşanî êrişên dewleta Tirk a li ser Şengalê dan û gotin: “Bila bizanibin! Ew nikarin vîna me têk bibin.”

EMÎRA ZOZAN

Şengal – Di 3’ê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrişî Şengalê kir, bi hezaran kesên ji civaka Êzidî qetil kir, 7 hezar jin revand. Piştî vê jenosîda ku di nav civaka Êzidî de mîna ‘Fermana 74’an’ tê binavkirin di 13’ê Mijdara 2015’an de bi berxwedana şervanên HPG’ê, Yekîneyên Parastina Şengalê, Yekîneyên Jinên Şengalê û civaka Êzidî Şengal ji DAIŞ’ê hat rizgarkirin. Di domahiya têkoşîna civaka Êzidî de Şengal kêlî bi kêlî pergala xwe ya li ser bingehê Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê ava kir, jinên Êzidî bi avakirina pergala xwe ya xweser a di bin sîwana Tevgera Azadiya Jinên Êzidî de tola xwe ji hemu fermanên ku di dîroka xwe de jiyaye girt û digire.

Li gel têkoşîna jinên Êzidî yê li dijî DAIŞ’ê ku bi berdelên mezin pêk hat û çeteyên DAIŞ’ê li hemberî biryardarî û vîna jinên Êzidî têk çû, dewleta Tirk mîna ku tola têkçûna DAIŞ’ê ji civaka Êzidî bigre ji sala 2017’an ve êrişî Şengalê dike. Di van êrişan de gelek pêşengên civakê hatin hedefgirtin û jiyana xwe jidest dan. Dewleta Tirk a bi salan e bi bê tehemuliya xwe ya li dijî rêxistinbûna civaka Êzidî êrişî Şengalê dike, herî dawî di 16’ê Gulanê de bi balafirên bi çek û bê mirov SÎHA’yan êrişî malekê li bajarokê Xanesor a girêdayî Şengalê kir. Di êrişa ku zirarê canî tê de çênebû, mala ku lêdan çêbû û yên li derdor zirarek mezin dîtin. Jinên Êzidî yên li dijî êrişan helwesta xwe anîn ziman, bal lê kişandin dewleta Tirk dixwaze bi van êrişan vegera gel a li Şengalê asteng bike û gotin: “Bi van êrişan nikarin hêz û vîna me têk bibin.”

‘Em rê nadin peymana 9’ê Cotmehê’

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî  (TAJÊ) Emîra Xelef a bal kişand peymana 9’ê Cotmehê ya di navbera dewleta Tirk, Iraq û PDK’ê de li dijî vîn û azadiya civaka Êzidî hat îmzekirin, destnîşan kir ku êrişên li ser Şengalê pêk tê girêdayî vê peymanê ye û wiha got: “Dewleta Tirk ya dagirker li gel PDK’ê ya bi dijminên gelê Kurd re tevdigere û hikumeta Iraqê li dijî me peymanek imza kir. Ev êrişên tê kirin encama vê peymanê ye. Ew çi dikin bila bikin em dev ji Şengala xwe bernadin. Em weke jinên Şengalê tu caran dev ji tekoşîna xwe bernadin. Em serî li ber wan nadeynîn.”

‘Êriş nîşaneya naveroka hevdîtinên wan e’

Emîra Xelef bal kişand hevdîtinên di navbera serokwezîrê Iraqê Mehmet Şîa Sudanî, Mir Tehsîn û heyeta pê re ku ev êriş piştî betalbûna hatina wan a Şengalê pêk hat wiha axaftina xwe domand: “Li du hevdîtina mir û Sudanî êrişên dewleta Tirk li ser Şengalê çêbû. Ev êriş dide diyar kirin bê ka çi di hevdîtinan de hatine axaftin. Ji ber em tev dizanin ger hikumeta Iraqê destur nede dewleta Tirk nikare axa Iraqê topbaran bike. Ji bo wê em tev dizanin çavê tevahî dijminê me li Şengalê ye, her kes dixwaze Şengalê ji xwe re bigire. Lê Şengal ya Şengaliyan e em warê xwe ji kesekê re nahêlin. Dixwazin me bitirsînin lê wê nekarin. Rast e, lêdan li mala ku lêdan çêbu zarok, malbat jî hebun, lê ev ne cara yekem e. Çawa heya niha me dev ji tekoşîna xwe berneda em ê ji vir şunde jî dev ji tekoşîna xwe bernedin.”

‘Bersiv vegera Şengalê ye’

Emîra Xelef destnîşan kir ku çawa ev êriş ji bo çavtirsandina civaka Êzidî ye, bersiva herî rast a li hemberî van êrişan jî vegera Şengalê ye û wiha bang li civaka Êzidî kir: “Kengî veger li Şengalê zêde dibe dewleta Tirk êrişê Şengalê dike, ji bo veger çênebe. Em bang li civaka xwe ya Êzidî dikin ku vegerin ser axa xwe. Ji ber ger bi vegera we wê Şengalê hê bêtir tekoşîna xwe mezin bike.”

‘Iraq ji êrişan berpirsiyar e’

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Wetha Reşo jî destnîşan kir ku ji van êrişan rasterast hikumeta Iraqê berpirsiyar e, erk û berpirsiyariya hikumeta Iraqê bi van hevokan bibîr xist: “Hikumeta Iraqê erka wê parastina gel e, lê hukumeta Iraqê tu caran ev erka xwe pêkne anî. Berevajî ji bo dewleta Tirk êrişê Şengalê bike destur da û îro jî dewleta Tirk bê ku tirsekê bijî êrişê meclisên gel, malên gel û zarokên me, dayikên me, kal û pirên me dike. Em van êrişan û planan şermezar dikin. Em bang dikin ku gelê me çawa bi vegerê heya niha bersiv daye careke din jî bi vegerê wê bersivê bidin dijmin û xêrnexwazên civaka Êzidî.”