‘Ji bo zaroka Êzidî ya hat revandin em ê hesab bixwazin’

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Hilwa Feqîr derbarê zaroka Êzidî ya DAIŞ’ê ve ew revandibû Tirkiyeyê axivî. Hîlwa Feqîr got, “Ji bo zaroka Êzidî ya hat revandin em ê hesab bixwazin.”

HÊVÎDAR ŞENGALÎ

Şengal – Di fermana ku sala 2014’an de li ser Şengalê pêk hat de bi hezaran keç û jinên Êzidî esîr hatin girtin û li bazaran hatin firotin. Bi hezaran mêr hatin qetilkirin û zarok hatin revandin û bikaranîn. Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji bo têkbirina çeteyên DAIŞ bi salan şer kirin û DAIŞ têk birin lê gelek jinên Êzidî di destên çeteyan de man.

DAIŞ'iyê ku zarok revandibû hat berdan

Zaroka Êzidî ya di sala 2017’an de DAIŞ’ê wê revandiye Tirkiyeyê, piştre li ser înternetê (dark web) ji bo firotinê hatibû pêşkêşkirin û di Sibata 2021’ê de li Enqereyê ji mala hucreya rêxistinê hatibû rizgarkirin, radestî malbata revêberê DAIŞ’ê Sabbah Alî Oruç hatiye kirin. DAIŞ'iyê Sabbah Alî Oruç tevî daxwaza girtinê ya parêzeran hat berdan. 

 ‘Emîrê DAIŞ’ê li Tirkiyeyê çi dike?’

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Hilwa Feqîr ya li ser bûyerê axivî destnîşan kir ku ewê li hemberî vê yekê hesab bixwazin.

Endama Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê Hilwa Feqîr li ser zaroka êsîr a Êzidî ku li Tirkiyeyê li ser medyaya dîjîtal ji bo firotinê hatibû parvekirin ji ajansa me re axivî û wiha got: “Her kes dizane ku keç û jinên Êzidî bi sedema kê û çawa ketine destên kê. Bi navên cuda ferman anîn serê civaka me û keç û jinên me êsîr girtin. Lê em weke civaka Êzidî xweş dizanin ku dijminên me kî ne. Keçeke me ya Êzidî ku navê wê kirine Ayşe li Tirkiyeyê di destên emîrekî DAIŞ’ê de hatiye dîtin. Ew çete bi eslê xwe Tirk e. Di heman demê de ew zarokên ku di fermanê de revandibûn bi xwe re birine Tirkiyeyê lê mixabin heta niha ne ew keç hatiye rizgarkirin ne jî çete hatiye mehkemekirin.”

Hilwa Feqîr wiha domand: “Me dît Erdogan got ku êrîşên li ser Filistînê ne ji rêzê ne gelo êrîşên Erdogan ên li ser Şengal, Rojava û Mexmûrê ne weka yên li  ser Filistînê ne? Em jî xwedî ax û keramet in. Em kerameta xwe bi ya kesê nadin, ji ber ku yên herî zêde li ber xwe dane em in. Em ax û ola xwe bi tiştekî nadin. Ne tenê Erdogan dewlet hemû jî bibin yek wê nikaribin hêza Êzdiyatiyê ji hev belav bikin û tune bikin.”

‘Armanca wan pêk nehat’

Hilwa Feqîr di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên li ser civaka Êzidî û wiha got: “Em baş dizanin ku fermana bi serê Êzidiyan de hat, DAIŞ li wir tenê navek bû, ferman bi destên wî navî pêk hat. Lê belê di bin wî navî de Erdogan hebû. Armanc jî tunekirina Êzidiyan bû. Lê belê armanca wan pêk nehat û Êzidî tune nebûn, ji bo wê jî xwestin bi rêbazên cuda civaka Êzidî tune bikin. Êzidayetî toveke û ketiye koka axê ye tune nabe.”

‘Em ê hesab bixwazin’

Hilwa Feqîr di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku hesabxwestina ji dijminan û xilaskirina esîran armanca wan a esasî û têkoşîna wan a sereke ye û wiha got: “Ne tenê Ayşe li Tirkiyeyê ye û di destên emîrên DAIŞ de ye. Dibe ku bi hezaran keçên Êzidî li Tirkiyeyê di destên çeteyan de bin. Ji ber ku emîrên DAIŞ’ê pir bi rehetî diçin û tên û digerin li Tirkiyeyê. Keçên ku temenê wan 6-7 salî ye revandin û li xwe mehr kirin û wekî cariye bi kar tînin lê heta ku Êzidiyek hebe wê hesabê ji dijminan bixwaze. Hesab wê ji dewleta Tirk, DAIŞ, sîxurên ku di nava me de ne, dijminên kokê wê hemû bê hesab nemînin. Em ê hesabê qêrîna keçên me yên di destên DAIŞ’ê de ji wan bixwazin. Heta ku keç û jineke Êzidî di destên çeteyên DAIŞ’ê de hebe wê têkoşîn û berxwedana me berdewam bike.”